Şaredariya Helebê dest bi pêkanîna gelek projeyan kir

Şaredariya Gel li taxên Şêxmeqsûs û Eşrefiyê dest bi pêkanîna projeyên xizmetguzariyê yên dirêjkirina tora kanalîzasyonê, avakirina kortên ji bo ava baranê û rakirina enqazan kir.

Bi destpêkirina sala nû re, Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê dest bi projeyên xizmetguzarî yên di plana sala nû de, kir.

Buroya Hunerî dest bi dirêjkirina tora kanalîzasyonê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dirêjahiya 215 mitroyan û çêkirina kortên avê yên li kolanan da ku ava baranê kom nebe, kir.

Li aliyê rojava yê taxa Şêxmeqsûd şaredariyê dest bi projeya belavkirina qûmê bi dirêjahiya 110 mitroyan kir û 2 kortên ji bo ava baranê ava kir.

Werşeya hunerî ya girêdayî şaredariyê karê rakirina enqazên şer li taxa Eşrefiyê ji bo parastina ewlehiya şêniyan, dewam dike.

Endamê Buroya Hunerî ya Şaredariya Gel Cemîl Mihemed tekez kir dê şaredarî projeyên xizmetguzarî yên ji bo sala nû hatine diyakirin, pêk bîne. Bi taybetî projeyên girêdayî xizmetguzariyê û avakirina kortên ji bo ava baranê. Her wiha dewamkirina karê rakirina enqazan ji avahiyên li taxa Eşrefiyê ku ji ber şer zirar dîtine.

 (cx)

ANHA


Mijarên Din