Şaredariya Hesekê dest bi sererastkirina peyarêyan kir

Şaredariya Gel a Hesekê dest bi sererastkirina peyarêyên li ser rêya sereke ya bajêr kir, her wiha hevserokatiya şaredariyê bang li şêniyan kir ku parastina paqijiya bajarê xwe bikin.

Tevî ragihandina qedexe derketina derve û derketina rewşên Koronavîrusê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê ev qedexe li ser şaredariyan ne derbasdar e. Her wiha karkerên wê xizmeta şêniyan dikin.

Gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dema hikumeta Sûriyê de hatibûn paşguhkirin, bê proje yan jî planên ji bo birêxistinkirin û başbûna asta şaristaniyê mabûn, ji wan yek jî Hesekê ye. Her wiha kevirên parçe parçe ne, kolan tijî çop bûn, bê rêxistin an qîrkirin bûn. Her wiha peyarê ji 10 salan ve nehatine guhartin.

ŞAREDARÎ LI GEL TEDBÎRÊN PÊŞÎLÊGIRTINÊ DIXEBITE

Ji bo rakirina kevirên peyarêyên rêyên sereke yên Hesekê, Şaredariya Gel a Hesekê dest bi projeya sererastkirinê kir.

Di projeyê de dê peyarê û xetên çireyên li ser rêyên sereke li gel pêkanîna tedbîrên pêşîlêgirtina berbelavbûna Koronavîrusê û xweparastinê, bên sererastkirin.

Proje ji Çerxerêya Şehîd Arîn Mîrkan a li taxa Mişêrfe ber bi Çerxerêya Şehîd Delîl Cûdî ya li taxa Nasira ve dest pê kir. Dê piştre şaredarî xebatên xwe li taxên Salihiyê, Ezîziyê, Çerxeriya Hemame heta bi Çerxerêya Agirkujiyê ya li taxa Sînaa heta bi rêya Nexweşxaneya Wetenî temam bike.

Hevserokê Şaredariya Gel a Hesekê Beşar Ehmed diyar kir ku hedefa projeyê û sererastkirina peyarêyan, bedewkirin û xweşikbûna şaristaniya bajêr e. Li rex wê jî xetên çireyên li nava kolanan tên sererastkirin.

‘DIVÊ ŞÊNÎ PARASTINA BEDEWBÛNA BAJÊR BIKIN’

Ehmed bang li şêniyan kir ku girîniyê bidin paqijkirina bajêr, parastina xweşikbûn û şaristaniya wê.

Her wiha Beşa Jîngeh û Parkan a Şaredariya Gel a Hesekê 6 bîr ji bo parastina şînkahî, dar û dabînkirina pêdiviyên şêniyan a şûştinê kolandin û parka li taxa Til Hecer jî sererast kir.

(fr)

ANHA


Mijarên Din