Şaredariya Hewayîcê di 9 mehan de  gelek proje pêk anîn

Şaredariya Gel a Hewayîc Bomse ya gundewarên rojavayê Dêrazorê ku ev 9 mehe hatiye avakirin, gelek projeyên xizmetguzeriyê pêşkêş kir.

Şaredariya Gel li Hewayîc Bomesê ya li gundewarên rojavayê Dêrazorê di 14’ê Cotmeha 2018’an ve hat avakirin. Şaredariyê di 9 mehan de gelek proje danîn û pêk anîn. Hem ji ber şerê li herêmê hem jî ji ber barana îsal gelek rêyên herêmê zirar dîtibûn. Şaredariyê projeyên paqijkirinê, sererastkirina rêyan û ronîkirina kolanan, pêk anî.

Şaredariya Hewayîc Bomesê ku ji aliyê Meclisa Sivîl a Dêrazorê hate avakirin, ji bo parastina şêniyan ji nexweşiyan, dest bi paqijkirina kolanên bajarok û gundên wê kir.

Şaredariyê 4 çerxerê li gundên Hewêyîc Bomsê û gundê Hiwêyîc Ziyab sererastkirin, her wiha bermîlên çopê li kolanên giştî û yên din danîn.

Ji ber barana pir a îsal, hemû pir û rê xirab bûn, ji ber vê yekê şaredariyê rêyên zirar dîtibûn, sererast kirin û resîf boyax kirin.

Ji dervayî kar û xebata ku şaredariyê sala çûyî kirin, niha jî hewl dide gelek projeyan pêk bîne. Ji van projeyan; dirêjkirina şebekeyên avê bi dirêjiya hezar û 900 metre, di kolanên gundê Hewayîc Bomsê, her wiha Şaredarî dixebite da ku çerxerêya Şehîdan a li ketina gundê Hewayîc Ziyab ava bike.

Hevserokê Şaredariya Hewayîc Ziyab Mehmûd El-Riyaş tekez kir ku kar û xebata şaredariyê didome da ku rewşa xizmetguzeriyê baş bikin.

Planên pêşerojê yên şaredariyê

Derbarê planên pêşerojê yên Şaredariyê Mehmûd El-Riyaş wiha got: "Gelek proje li pêşiya Şaredariyê hene, di nav de avakirina avahiya Şaredariyê, mexbera Alî, dirêjkirina şebekên kanalîzsyonan, ziftkirin rêyên sereke û yên din."

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din