Şaredariya Kesrayê dest bi pêngava paqijkirinê kir

Şaredariya Gel a Kesrayê bi slogan "Bi hev re ji bo paqijkirina bajarê xwe" dest bi pêngava paqijiyê kir. Pêngava paqijiyê bi armanca rakirina  sergoyên belavkirî û derxistina wan ber bi derveyî bajêr ve, her wiha paqijkirina hemû kolanên bajarok hate destpêkirin.

Bi armanca bedewiya rewneqa şaristaniya bajarokê Kesra û gundên girêdayî wê yên li bejahiya Dêrazorê, Şaredariya Gel a Kesrayê dest bi pêngava paqijkirineke giştî, li bajarok û gundên girêdayî wê kir.

Li ser vî esasî şaredariyê dest bi komkirina çop û keviran li cihekî kir û piştre wê bibin cihên wê yên taybet.

Di vê der barê de endamê Şaredariya Gel a Kesrayê Hemed Selama got: "Li ser banga şêniyan û xwesteka şaredariyê, me dest bi vê pêngava vegerandina bedewiya bajarokê xwe kir ku me di salên şer de winda kiribû.”

Hêjayî gotinê ye ku pêngava paqijkirinê dê heta paqijkirina hemû kolan û gundên girêdayî bajarok berdewam bike.

(eh)

ANHA


Mijarên Din