Şaredariya Kobanê dê dermanê dûpişk û mêşan belav bike

Zêdebûna kurm, kêzik û kelmêşan li Kobanê dibe sedema acizbûna şêniyan û şaredarî jî li gorî derfetên xwe hewl dide vê pirsgirêkê çareser bike.

Barana zêde û şiliya di hewayê de bû sedem ku gelek cureyên kurman û mêşan derkevin. Şêniyên bajarê Kobanê ji ber vê diyardeya ku mêş û kurm zêde bûne, bi gilî ne û daxwaz dikin ku Şaredariya Gel a Kobanê çareser bike. Şaredarî jî li gorî derfetan hewl dide vê diyardeyê çareser bike.

Şaredariya Kobanê heta niha tenê du rojan, rojekê dermanê mêşan û kurman li nava kolanên Kobanê belav dike. Şaredarî dermanê dûpişk (dimûşk) û mêşan li malan belav bike.

Xwediyên firoşgehan nerazîbûna xwe nîşan da û got: "Mêş tên ser fêkî û sebzeyan, ew jî dibe sedema nexweşiyan."

Xwediyê firoşgehekê li sûka Halê, Qadir Şerîf diyar kir ku mêş dibin sedema nexweşiyan û wiha got: "Em bi hêvî ne şaredarî dermanan li sûkê belav bike, ji ber ku sûk bingeha bajêr e."

Şêniyên Kobanê destnîşan kir ku bi şev ji ber mêş û kurman nikarin rakevin.

Jina bi navê Emîna Diyar destnîşan kir ku nikarin ji ber mêşan rakevin û got: "Demsala havînê nexweşî zêde ne û mêş dibin sedema ceresîman. Pêwîst e ev pirsgirêk were çareserkirin."

Ebdulselem Mihemed berpirsyarê Beşa Hawîrdorê ya Şaredariya Gel a Kobanê wiha got: "Em niha tenê li kolanên Kobanê belav dikin û em hewl didin li malan û sûkên Kobanê jî belav bikin."

Mihemed diyar kir ku heta ku ev pirsgirêk çareser bibe, divê gel ji wan re bibe alîkar û got: “Hin şênî mêşên xwe yên hingiv hene û nahêlin em wan kolanan derman bikin, lê em ê êdî hemû kolanan derman bikin."

Mihemed di axaftina xwe de ji bo gel hişyariyek kir û got: "Ev derman tu zirara xwe li mirovên saxlem nake, lê ji bo zarok, kal û pîr û jinên ducanî bi bandor e."

(ekîp)

ANHA


Mijarên Din