Şaredariya Mergeda sererastkirina du pirên ku 100 gundî bi hev ve girê didin bi dawî kir

Şaredariya Gel a bajarokê Mergeda yê kantona Hesekê sererastkirina du pirên li aliyê rojhilat û başûr rojhilatê navçeyê ku 100 gundî bi hev ve girê didin, bidawî kir. Şaredarî amadekariya pêkanîna projeyên zimetgûzarî yên nû dike.

Bajarokê Mergeda yê ku dikeve başûrê navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê di dawiya sala 2017`an de ji aliyê QSD’ê ve hat rizgarkirin.  Rêveberiya Xweser ji bo peydakirina hemû pêdiviyên jiyanî û bi taybet ên xizmetgûzarî, kar kir.

Şaredariya Gel bermahiyên ji ber şerê çeteyên DAIŞ`ê û şerê li herêmê rakir û bi awayekî berbiçav jiyan li bajarok vegerand.

Her wiha piştî rakirina bermahiyên şer bi hevkariya Meclisa Navçeya Şedadê dest bi sererastkirina cihên giştî li navçeyê kir ku çeteyên DAIŞ`ê ji xwe kiribûn baregeh.

Piştî paqijkirina bajarok, şaredariyê li gundan dest bi xebatê xwe kir da ku pêdiviyên şêniyan peyda bike û bi navçeyê ve girêbide. Çeteyên DAIŞ`ê pirên di navbera gund û navçeyê de hilweşandibûn.

Di vê der barê de Şaredariya Gel a bajarokê Mergeda sererastkirina 2 pirên di navbera gundê Qiye Sircîn û El-Selce yên 20 km li rojhilat û başûr rojhilatê bajarok in, bidawî kir.

Her du pir zêdeyî 100 gundên li ser rêya Dêrazor û Hesekê bi bajarok ve girê didin. Bi hezaran şêniyên wan gundan beriya niha neçar diman ku rêwîtiyeke dirêj bikin da ku bigihînin bajarok û ji wir berê xwe bidin Hesekê. 

Hevserokê Şaredariya Gel a bajarokê Mergeda Elî Xişman got: “Piştî lêkolîneke berfireh bi Komîteya Şaredariyan a kantona Hesekê re şaredarî amadekariyên projeyên sala 2020`an dike ku dê du pirên sereke û projeya kenalîzasyonê di hundirê bajêr de ku rûxandineke mezin tê de pêk hatiye, sererast bike.”

Xişman destnîşan kir ku sererastkirina her du piran li ber pêkanînê ye. Pira yekem li gundê Kişkiş dikeve û pireke sereke ye kuk bajarokê Mergeda û Şedadê bi Hesekê ve girêdide û pira duyemîn li gundê El-Fidxemî yê başûrê Mergeda ye û gundewarên li ser rêya giştî ya di navbera Dêrazor û Hesekê de bi hev ve girêdide.

Xişman diyar kir ku Şaredariya Gel a Mergeda nivîsên terorî yên li ser dîwarê dibistanan boyax kir û satirên axê yên li pêşiya dibistanan rakir. Her wiha bi awayekî fermî ji aliyê Navenda Perwerdê ve hat vekirin, bermahiyên şer ji zêdetirî 400 malên li gundê Kişkiş (10 km bakurê Mergeda), 30 mal li başûrê Mergeda û 20 mal li gundê El-Fidxemî, rakir.

Di dawiyê de Hevserokê Şaredariya Gel a bajarokê Mergeda Elî Xişman destnîşan kir ku şaredariyê firina bajarokê Mergede amade kir. Firin niha ji bo  xebitandinê amade ye lê belê madeya ard nayê peydakirin, ev yek jî li ber xebitandinê dibe pirsgirêk. Xişman bang li Meclisa Rêveberiya Kantona Hesekê kir ku madeya ard ji firina navçeyê re peyda bike.

(bx)

ANHA


Mijarên Din