Şaredariya Qamişlo dest bi sererastkirina rêyan kir

Şaredariya Gel a navçeya Qamişlo ya rojhilat dest bi sererastkirina rêyên li herêmê bi dirêjahiya 11 km û 800 metreyan kir. Tê payîn ku xebata sererastkirinê di 12 rojan de bi dawî bibe.

Şaredariyên gel ên navçeya rojhilat û rojava yên bajarê Qamişlo ku peyman bi şîrketa giştî ya rêyan (Zagros) re îmze kir, di sererastkirina rêyên bajêr de dewam dikin.

Rêya Amûdê û rêya navneteweyî ku bi Rêya Elî Firo tê naskirin, yek ji rêyên herî girîng li herêmê ye, ev rê ku gelek kort tê de hene, ji ber vê yekê ajokaran ji Şaredariya Gel xwest ku vê rêyê sererast û zîft bikin.

Îro Şaredariya Gel a navçeya rojhilatê bajarê Qamişlo dest bi pêvajoya duyemîn a sererastkirina Rêya Elî Firo kir. Şaredariyê di nîvê meha Tîrmeha çûyî de pêvajoya yekemîn bi dawî kiribû.

Vê sibê alavên şîrketa Zagros ji gundê Kevirê Spî başûr rojavayê Qamişlo, li ser rêya navneteweyî di navbera kantona Qamişlo û bajarê Helebê de dest bi zîftkirina rê kir. Zîftkirin heta rêya sereke ya di navbera Qamişlo û navçeya Amûdê de û heta gundên Elî Firo û Herem Şêxo ye.

Der barê pîvanên pîşeyî û mezinahiya isfeltê de endamê şîrketa Zagros Samir El-Hebîb wiha got: "Dirêjiya rê 11 km û 800 metre ye, bi firehiya 7 metre ye, bi qalindiya 7 cm tê zîftkirin, li gorî planê dê di 12 rojan de bi dawî bibe û dê 5 hezar û 872 metrekabik zîft bê bikaranîn."

(jo)

ANHA


Mijarên Din