Şaredariya Qamişlo: Ji ber Koronavûrûsê projeyên xizmetguzariyê dereng man

Komîteya Jînegeh û Şaredariyan a Qamişlo di pêkanîna tevahî projeyên xizmetguzarî yên çareyeka yekemîn a salê dereng ma. Şaredariyê diyar kir ku proje ji ber Koronavîrûsê dereng man.

Komîteya Jînegeh û Şaredariyan a kantona Qamişlo ku 37 şaredarî girêdayî wê ne (jê şaredariyên navendî û 27 ên şaxî ne). Komîte  hewl dide rewşa xizmetguzariya kantonê bi rêya projeyan baş bike, ew jî li gorî derfet û pisporiyên heyî.

Ji xebatên xizmetguzariyê yên ku tên pêşbînkirin, şaredariya gel di 2020’an de pêk bîne; paqijkirina çemê Ceqceq, rakirina çopê ji cihê avêtina çopê yê Navkurê ku piştre vegerîne daristanên çêkirî, sererastkirin û guhartina torên kanalîzasyonê yên kevn, projeyên qîrkirina rê û restorakirina kolanên şaxî, restorakirina tora ava vexwarinê, amadekariya planên berfirehkirina bajaran, zêdekirina hejmara basên li nav bajarê Qamişlo, dabînkirina basên veguhastinê li nava bajarê Dêrikê, zêdekirina hejmara focên agirkujiyê li şaredariyan weke tedbîreke pêşîlêgirtina sînordarkirina şewatên li nava zeviyan, in.

Lê belê hin projeyên ku navborî di dema xwe de bi sedema pandemiya Koronavîrusê ya li tevahî cîhanê berbelav bûye, pêk nehatin. Her wiha bi wê re jî Rêveberiya Xweser di 23’yê Adarê de qedexeya derketina derve weke tedbîra pêşîlêgirtina Koronavîrusê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz kir.

Projeyên ku pêk nehatine, dê di merheleya din a nîvê salê de li gorî mezaxtina 2020’an pêk bê.

Têkildarî mijarê, hevserokê Komîteya Şaredariyan a kantona Qamişlo Mesûd Yûsiv axivî û got: “Şaredariya gel hin projeyên destpêka sala 2020’an bi dawî kirin. Di destpêka 2020’an de projeya parastina gundên li herêmên başûrê herêma Cizîrê yên girêdayî gundên Til Hemîs, Til Koçber, Til Birak û gundên navçeya Tibespiyê ji lehiyên bi encama baranên dijwar û bilindbûna rêjeya avê di zivistanê de, hat temamkirin."

Yûsiv detayên xebatan wiha vegot: “Projeya qîrkirina rêyan bi nêzî 80 hezar m2 hat temamkirin, mîna rêya Elî Firo, rêya Til Hemîs û Til Birak. Mesûd axaftina xwe wiha domand: “Keviyên rêyan jî hatin restorakirin, her wiha li gorî rêya Amûdê jî, dê cihên mayî li gorî qanûnên hevpeyman û komîteya radestgirtina projeyê ya ku bi şîrketa Zagorsê ya restorakirina rêyan îmze kiriye, bi dawî bibe. Projeyên sererastkirin, guhartina torên kanalîzasyonê û projeyên restorakirina stasyonên avê li stasyona Hilêliyê ya bajarê Qamişlo, stasyona Til Hemîs, stasyona Til Birak, stasyona Sefav, Stasyona Uwêca bi dawî bûn.”

Yûsiv di berdewam axaftina xwe de bal kişand ser projeya zêdekirina hejmara focên agirkujiyê û wiha pêde çû: “Hejmara focên agirkujiyê berê 12 bûn, niha bûn 23 focên agirkujiyê û li tevahî nuqte û navçeyan belav bûn.”

 Ji projeyên ku pêk nehatine û tê payîn ku di çend rojên pêş de bi dawî bibin, paqijkirin û dezenfektekirina çemê Ceqceq, ji ber avê kanalîzasyona bajarê Nisêbînê yê Bakurê Kurdistanê tê ser wê. Der bare vê de Yûsiv wiha axivî: "Me wek şaredarî lêkolîn der barê çêkirina dîwarekî li derdora çemê  kir. Ji  pira Newroz heta bi pira Şaredariyê û ji pira Şaredariyê heta bi pira Bişêriyê dîwarekî ava bikin. Ew proje weke projeyeke awarte ya nîvê sala 2020’an de ye."

PROJEYÊN KU PÊK NEHATINE

Hinek proje jî pêk nehatin. Dê li gorî pêşniyarên şaredariyan, erêkirina meclisa kantona Qamişlo û buroya rêveber û li gorî mezatina 2020’an, pêk bên. Ew jî ev in; Zêdekirina hejmara basên veguhastina hundirîn li nava bajarê Qamişlo, projeya rêyên ku gundên Til Hemîs, Girbawî, Til Birak, Xane Serê bi hev ve girê didin bi xîzê werin serastkirin.

Yûsiv destnîşan kir ku sedema nepêknehatina van projeyan, rewşa qedexeya derketina derve û girtina dergehan e.

 Komîteya Jînegeh û Şaredariyan a kantona Qamişlo hewl dide her salê projeyên xizmetguzarî dayne pêşiya xwe ku hedefa wan jî başbûna rewşa xizmetguzarî bi awayekî guncaw e.

(fr)

ANHA


Mijarên Din