Şaredariya Reqayê bi boneya 4`ê Nîsanê dar çandin

Bi boneya salvegera rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, Şaredariya Gel a Reqayê li hin parkên sereke û naverastên li kolanên bajêr dest bi çandina daran kir.

Di 4`ê Nîsanê de her sal pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber ked û têkoşîna wî di oxira aşatiyê û azadiya gelên bindest de, rojbûna rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dike.

Bi vê boneyê Desteya Hawîrdorê û Parkan a girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Reqayê 600 dar li bajêr çand.

Li parka El-Reşîd, kolana sereke ya li başûrê yarîgehê, kolana dêrê, parka dibistana Cewad Enzûr, parka El-Bistan, parka El-Bica û parka El-Mirûriyê gelek cureyên daran hatin çandin.

Yek ji çavdêriyê hemleyê yê Komîteya Hawîrdor û Parkan Mihemed El-Elî, ji ANHA`yê re wiha got: "Bi boneya salvegera rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, ji duh ve me dest bi çandina gelek cureyên daran kiriye."

Mihemed El-Elî destnîşan kir ku dar çandin tiştê herî kêm e diyarî Rêber Ocalan bikin ku ji bo azadiya gelê xwe têkoşîn dike.

ANHA


Mijarên Din