Şaredariya Reqayê dest bi sererastkirina xetên avê û kanalîzasyonê kir

Şaredariya Gel a Reqayê dest bi sererastkirina xetên avê û kanalîzasyonê yên kolana 23 Sibatê ya naverasta bajêr kir.

Şaredariya Gel a bajarê Reqayê, li gel qedexeya derketina derve dest bi sererastkirina xetên avê û yên kanalîzasyonê yên kolana 23‘ê Sibatê ya navenda bajêr kir. Di vê çarçoveyê de xetên rizyayî bi boriyên dirêjehiya 700 mîtreyan û firehiya 60m hatin guhertin û ragar hatin danîn.

Endamê Şaredariya Gel a Reqayê yê li ser projeyê sererastkirinê disekine, Husam Kalo got: "Piştî gelek giliyên şêniyên taxê werşeyên me dest bi lêkolînê kirin, derket ku ku xeta sereke xetimî û av diçû xwarê."

Kalo anî ziman ku piştî keşifkirinê xet bi tememî hate guhertin.

ANHA


Mijarên Din