Şaredariya Reqayê dest bi xebatên beriya cejna Remezanê kir

Bajarê Reqayê û gundewarên wê di dawiya meha Remezanê ya pîroz di tevgereke xizmetguzariyê ya berfireh re derbas dibe. Da ku pêşwaziya cejna Remezanê bê kirin, Şaredariya Gel a Reqayê bi armanca pêşdebirin û pêşketina xizmetguzariya bajêr di asta xizmeta guncaw de, dest bi projeyan kir.

Şaredariya Gel a Reqayê di pêşkêşkirina projeyên xizmetguzariyê de ku bar û azarên rojane li ser şêniyên bajêr sivik bike, berdewam e. Ji bo pêşwazîkirina cejna Remezanê, dest bi gelek projeyan wekî qîrkirina rêyên sereke û şaxî li bajêr, zêdekirina hemleyên paqijiyê ji bo rakirina çopê û ji wê jî zêdetir dewriyeyên Komîteya Zabîteyê di hundirê bajêr de ku çavdêriyê tiştên demborî bikin, hate kirin.

Girîngtirîn projeyên ku Şaredariya Gel dest pê kiriye

Şaredariya Gel dest bi sererastkirina rêyan kir, wek rêya Cezra heta ber bi rêya Pira Nû (Pira Reşîd). Her wiha sererastkirina 5 pirên berê ku hatine sererastkin di plana duyemîn a kar de ye, wekî Pira Kevn, Reqa El-Semra, Pira Îsbahiyê, Pira Romanî û Pira Sewamêh.

Der barê paqijiyê de şaredarî hewl dide hemleyan di hundirê bajêr û derveyî wê de ku bigihîje hemû taxên Reqayê yên ku dabeşî 27 beşan bûne da ku hêsan bibe û karker bi rehetî kar bikin.

Bi rasthatina cejna Remezanê re, ne pêkan e rewşên pêlîstina biha û xapandinê derkevin. Di vê çarçoveyê de jî Şaredariya Gel xebata zêdekirina dewriyeyên hevpar bi Komîteya Zabîteyê re di hundirê sûkên bazarê yên bajêr de dike da ku çavdêriya bazarê bikin.

Di dirêjahiya rojên cejnê de li hemû herêmên Sûriyê, şênî ji bo seyranê tevî zarokên xwe diçin parkên giştî. Ji lew re Şaredariya Gel xebata sererastkirina gelek parkan ji hêla Komîteya Hawîrdorê ya girêdayî Şaredariya Gel ên di naverasta bajêr de dike, wekî parka Beca, parka Spî û parka Serbixwe.

Di vê derbarê de hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed Îbrahîm wiha da zanîn: "Ji şêniyên bajarê Reqayê re cejneke pîroz û bi kêfxweşiyê dagirtî, hêvî dikin. Ehmed wiha lê zêde kir: "Bajarê Reqayê dibe şahîdê tevgereke mezin ji vegera jiyanê û vekirina dikanên bazarê û zexma sûkan ku berê nebûye. Ev jî nîşaneya israrkirina şêniyan a avakirina bajarê xwe ye ku rastî wêranî û talankirinê hatiye."

(fr)


Mijarên Din