Şaredariya Reqayê xebatên xwe didomîne

Şaredariya Gel a Reqayê di demeke kurt de di çarçoveya plana jinûve avakirinê de gelek xebat pêk anîn.

Şervanên QSD’ê bajarê Reqayê di 20’ê Cotmeha 2017‘an de ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Meclisa Sivîl a Reqayê di 10‘ê Adara 2018‘an de Şaredariya Gel ava kir. Şaredariyê di nava çend rojan de xwe bi rêxistin kir, komîte û beşên xwe ava kirin.

Komîteyên şaredariyê; tenduristî, qanûnî, hawirdor û park, daîreya veguhestinê, daîreya kehrebeyê, daîreya kanalîzasyonê û daîreya paqijkirinê ne.

Karê ku Şaredariya Gel a bajarê Reqayê daye meşandin

Wekî gava yekemîn Şaredariya Gel a bajarê Reqayê enkaz û bermahiyên şer ên di nava bajêr de rakirin û di firehkirina rêyan de bi kar anîn. Li gel wê 5 pirên sereke ku ji ber mayinên çeteyên DAIŞ’ê hiweşiyabûn, restore kirin. Pirên ku hatine restorekirin ev in; Pira Kev, Reqa Semra, Edxar, Romanî û pira Sewamaî.

Komîteya Hawîrdor û Parkan jî 17 parkên giştî ku piraniya wan di navenda bajar de bûn, sererast kirin. Parkên ku hatine sererastkirin ev in; Parka Reşîd, Bustan, Beyda, Parka Zarokan, Becia, Mirûriya (Trafîk), Cewad Enzûr. Her wiha derdora 5 hezar şitil dar li parkan çandin.

Daîreya Paqijkirinê bi karker û traktoran rojane 46 taxên di nava bajar de paqij dike û gemarê derdixe derveyî bajêr.

Daîreya Avê hemû xet û toreyên avê yên bi temamî ziyan ditibûn, sererast kirin û av gihandin hemû taxan. Xebatên ji nûve avakirinê heta niha berdewam dikin.

Li bajarê Reqayê xebatên sererastkirina toreyên kanalîzasyonê bê navber didomin. Li gorî daîreya kanalîzasyonê ziyanên mezin gihîştine xetên kanalîzasyonê. Heta niha zêdetirî ji sedî 76 hatine nûkirin.

Daîreya Kehrebeyê ya Şaredariya Gel a Reqayê hemû gundên Reqayê ronî kirin. Lê xebatên di nava bajarê de didomin. Daîreyê kehrebe gihand taxa Meşleb û hemû kolanên sereke yên bajêr, heta Pira Kevn.

Daîreya Veguhastinê ya şaredariyê di nava bajar û derveyî wê, ji bo birêxistinkirina tevgera çûn û hatinê geracên taybet bi teksî, bas û servîsan vekirin. Her wiha 19 bas ji bo veguhastina hundirîn (di nava bajarê de) de veqetandin ku ji saet 07:00’an heta 20:00’an dixebitin. Ji bo her siwarekê/î 50 lîreyên Sûriyê diyar kiriye.

Komîteya Zabîte xebatên xwe yên çavdêriya li bazar, dikanan û kontrolkirina madeyan berdewam dike. Li aliyekî din jî laboratuarek li bajar vekir da ku madeyên di bazaran têne firotin kontrol bike.

Şaredariyê 188 rûxsetên nû ji bo firinan dane, her wiha destekê dide xwediyên firinan da ku kalîteya nan baş bibe. Li bajarê Reqayê 320 firineyên nan hene û piraniya wan di xizmetê de ne. Şaredarî piştgiriya ard û hevîrtirş pêşkêş dike.  Her kîloyek nan bi 85 lîreyan tê firotin.

Şaredariyê parkên ku çeteyan kiribûn "Qadên serjêkirin û êşkencekirinê" nû kirin û veguherandin cihê bêhnvedanê. Ew park ev in: Neîm, Saa, Delê, Îdxar, Panorama, Hezîma û Ferdos.

Bajarê Reqayê ji ber şerê ku lê rûdabû, ji rêjeya ji sedî 65 bi temamî rûxiya bû û ji sedî 85 hatibû rûxandin.

Jinûve avakirina bajarê Reqayê wekî zehmetiyeke navdewletî dihat dîtin, lê bi saya keda gel şaredariyê beşek jê sererast kir. Bi vê yeke sererastkirina Reqayê û xebatên wê mohra xwe li cîhana navdewletî da. Nîşanî hemû cîhanê da ku şêniyên bajêr bi keda xwe ya xweser dikarin bajarê xwe ji nû ve ava bikin.

Cîgirê Hevserokatiya Şaredariya Gel a Reqayê Îbrahîm El-Reşîd got: “Xebatên şaredariyê yên bi armanca jinûve avakirinê berdewam in, heta bajêr vegerîne mîna berê û ji berê baştir bibe.”

Hêjaye bibîrxistinê ye, pêla vegera şêniyên ku koçber bûne ber bi warê xwe ve berdewam e. Li kêleka wê jî bûye spartgeha ewle ya koçberên ji Idlib, Heleb, Humis, Hema  û Dêrazorê.

Li gorî serjimariya Buroya Alîkariyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê 150 hezar koçber li kampên li Reqayê dimînin.

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din