Şaredariya Serêkaniyê di 4`ê Nîsanê  de şitilgehekê vedike

Şaredariya Gel a Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê bi rasthatina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan amadekariya avakirina şitilgehekê dike.

Li seranserê Rojava û Kurdistanê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dikeve 4`ê Nîsanê, gelek çalakî li dar dikevin. Bi vê boneyê Şaredariya Gel a Serêkaniyê dest bi avakirina şitilgehekê bi rûbera 2 donim erd kir û dê 130 daran ji cureyên cuda tê de biçîne.

Girêdayî mijarê hevseroka Şaredariya Gel a Herêma Serêkaniyê Nesrîn Selah wiha axivî: "Şitilgeh li paş navenda şaredariyê ye bi rûbera 2 doniman e. Dê gelek cureyên daran, di nav de zeytûn, tê de werin çandin, wek bersivekê li ser qutkirina dewleta Tirk a dagirker a darên zeytûnan."

Nesrîn destnîşan kir ku wan ji mehek û nîvê ve dest bi avakirina şitilgehê kiriye û dê di 4`ê Nîsanê de were vekirin.

Nesrîn rojbûna Ocalan li tevahiya gelê herêmê pîroz kir û bang li şêniyan kir ku xwezayê biparêzin û daran qut nekin.

Li gorî Nesrîn Selah dê di 4`ê Nîsanê de anku roja vekirina şitilgehê de, navê şitilgehê diyar bibe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din