Şaredariya Sirînê plansaziya xwe ya sala nû çêkir

Şaredariya Gel a Sirînê kar û xebatên xwe bê navber didomîne û projeyên xwe yên sala nû diyar kirin.

Li kantona Kobanê şaredariyên gel kar û xizmetê berdewam dikin û bi hatina demsala zivistanê re projeyên xwe yên mezin bi dawî kirin û niha dest bi projeyên nû kirine.

Şaredariya Gel a bajarokê Sirînê di meha derbasbûyî de gelek projeyên xwe bi dawî kirin. Mînaka wan jî 5 pir û kanal li gelek gundan bi dawî kirin, ji wan gundê Serêkaniya Rojhilat, gundê Sina, gundê El-Şuheda, gundê Melhê, her wiha 19 rogar jî sererastkirin.

Şaredariya Sirînê plana gelek projeyên xizmetguzariyê danî, ji wan avakirina herêma pêşesaziyê bi rûbera 13 hektaran da ku dikên pîşesazan tê de werin avakirin.

Her wiha li derveyî Sirînê rêyeke ne sereke were vekirin, ew jî bi dirêjahiya 5 hezar û 300 metre û bi firehiya 20 metreyan e, li gel vê yekê dê rêya çûn û hatinê be û ji têketina bakurê navçeya Sirînê dest pê dike û heta başûrê navçeyê dewam dike.  

Her wiha plansaziya avakirina çerxerêya dagerandina Sirîn-Kobanê li ser rêya M4 dikin. Halê hazir jî şaredarî li benda rewşeke guncaw in, da ku dest bi kar û xebata xwe bikin.

Şaredarî dê kolanan li taxên bajêr vekin û kolanên pêwîstiya wan bi vekirinê hene digihîje 28 kolanan, li gel hejmareke mezin ji wan hatine vekin û di mehên pêş de yên mayî jî werin vekirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din