Şaredariya Şêxmeqsûdê dest bi hemleya reşandina dermanên kelmêşan kir

Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûdê dest bi hemleya reşandina dermanên kelmêşan a dûmanî piştî bilindbûna pileyên germahiyê, kir.

Bi hatina werza havînê û belavbûna nexweşiyên ku kelmêş vediguzin re, bi taybet rewşên Laşmanya ku bi heba Helebê tê nasîn ew jî  bi encama germahiya zêde derdikevin, Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê dest bi hemleya reşandina dermanên kelmêşan li kolanan kir.

Ji vê sibehê ve karker dest bi reşandina derman li taxên Şehîd Kelhat, Meirûf û şehîd Rûbar Qamişlo, kir.

Endamê Şaredariya Gel a taxê Ehmed Abdulletîf di vê derbarê de wiha got: "Di van demên dawîn de kelmêşên xişonek û yên difirin li taxê zêde bûn. Ji lewre ji bo parastinê û jê jî nexweşiyên ku bandorê di asta yekem de li zarokan dikin, me dest bi hemleya reşandina dermanên kelmêşan kir û dê her mehekê bê reşandin."

Ehmed wiha lê zêde kir ku piştî bidawîkirina taxa Şêxmeqsûdê dê ber bi taxa Eşrefiyê ve biçin.

Hemleya reşandina dermanên kelmêşan dê heta 10 rojan li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bidome.

(fr)

ANHA

 

 

 


Mijarên Din