Şaredariya Şêxmeqsûdê ji bo geşkirina çalakiyên werzîşê dest bi xebatan kir

Bi armanca aktîfkirina çalakiyên sporê Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê, projeya sererastkirina stada futbolê û melevaniyê pêk anî.  

Ji ber bombebarana di salên derbasbûyî de, stada futbolê û melevaniyê (avjenî) ku li Kolana 20`an a taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê hate rawestandin, ji ber vê yekê Şaredariya Gel dest bi xebata sazûmaniyê kir.

Projeya sererastkirina stad û hewza melevaniyê piştî pêşkêşkirina nexşeya avakirina stada futbol û melevaniyê hatiye, paşê Şaredariya Gel yekser li Şêxmeqsûdê dest bi sazûmaniya her du deveran kir ku ew jî di nava rêzeprojeyên xizmetguzariyê de ne.

Tê zanîn ku demsala havînê nêzîk bûye, sererastkirina stat û melevaniyê jî bi armanca aktîfkirina çalakiyên spora (werzîş) li taxê hatiye destpêkirin, rûbera stadê nêzî hezar metrekabik û rûbera melevaniyê jî nêzî 160 metrekabik e, her wiha bi bilindahiya metre û nîv heta 3 metre ye.

Li ser vî esasî xebat bi sererastkirina xaka stadê, lêkirina dîwarên wê û danîna firêzê, her wiha xaka melevaniyê jî hate betonkirin.

Di vê der barê de hevseroka Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê Valentîna Abdo axivî û wiha anî ziman: "Bi armanca geşkirina çalakiyên sporê yên li taxê, me dest bi sazûmaniya stad û hewza melevaniyê kir."

Tê payîn ku şaredarî di nava 2 hefteyan de xebata sererastkirinê bi dawî bike.

(eh)

ANHA


Mijarên Din