Şaredariya Şêxmeqsûdê xebata sererastkirina xetên kanalîzasyonê didomîne

Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê ya Helebê şebekeyên kanalîzasyonê yên kevn, nû dike û tê payîn xebat heta hefteyekê bi dawî bibe.

Buroya Fenî ya Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê di pêkanîna projeya guhertina şebekeyên kanalîzsyonê li aliyê rojavayê taxê de dewam dike.

Her wiha di projeyê de guhertina aliyekî ji şebekeya kanalîzsyonê li kolana sereke ya sûka rojhilatê taxê ye, piştî ku xetên wê hatin girtin û bêhnek genî jê dihat û av di avahiyên welatiyan de derdiket.

Şaredariyê diyar kir ku projeya li nêzî Mizgefta Selah El-Dîn piştî guhertina 50 metreyan ji kanalîzasyonê, bi dawî bû.

Her wiha projeya sûka rojhilat ku bi dirêjiya 75 metre ye, xebata wê dewam dike.

Endamekî rêveberiya Buroya Fenî diyar kir ku dema bidawîkirina projeyê hefteyek e.

ANHA


Mijarên Din