Şaredariya Tebqayê dest bi ziftkirina rêyan kir

Şareadriya Gel a herêma Tebqayê dest bi ziftkirina rêyên kolanên bajarê, kolanên bajaroka Mensûra û bajarokê Cirniyê kir

Di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ‘ê de û encama paşguhkirina bi salan ziyan gihiştibûn rêyan bajar û gundewarên herêma Tebqayê.

Şaredariya Gel a herêma Tebqayê dest bi pêngava sererastkirin û ziftkirina rêyan kir.

Şaredarî pêngava xwe ji çerxerêya Elem heta deriyê ketina bajêr ê başûr dest pêk. Piştre dê kolanên sereke, sûka navendî, kolana navîn, kolana Filistîn, Konrîşa Rojava, Kornîşa Rojhilat, her wiha kolanên bajarokê Mensûra û Cirniyê jî zift bike.

Hevseroka Şaredariya Gel a Tebqayê Fatima Elûş anî ziman ku xebatê dê heta ziftkirina hemû kolanên navborî bi dawî bibe û got, ti astngî li pêşiya ziftkirina rêyan de derneketiye.

Şaredariya Gel par jî deriyê ketina bakurê bajêr zift kiribû.

ANHA


Mijarên Din