Şaredariya Til Hemîsê bendavan sererast dike

Şaredariya Gel a Til Hemîsê da ku pêşî li lehiya geliyan û rûbaran bigire, bendên axê ji 14 gundên girêdayî navçeya Ebû Cirn û bajarokê Cezaa re danîn. Her wiha hejmarek ji bendavan sererast kirin. Xebata sererastkirina bendavan didome.

Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê pitşî daketina pêla avê bi alavên giran dest bi sererastkirina pirên ku ji ber lehiyê zarar dîtien kir û li derdora 14 gundên bendên ji axê danî. Heta niha xebatên çêkirina bendên axê didome.

Şaredariya Gel sererastkirina bendava El-Hemdo ya li ser rêya Petrolê ya li ser geliyê El-Cerhaî ye, ku girîngiya wî ya stratîjîk heye û herêma rojhilat û herêma rojava ya herêma Cizîrê bi hev girê dide, her wiha bendava Kînan a dikeve ser rêya Siyasî ya li hemberî sînorê Iraqê ku herêmên başûr bi herêma Cizîrê ve girê dide û hejmarek ji bendavên şaxî ku gundên bejahiyê wekî bendava Henwa, bendava Akûle û bendava Terahiyê bi hev ve girê dide, bi dawî kir. 

Şaredariya Gel 10 boriyên avê dan gundên bajarokê Ebû Cirinn û bajarokê Ceza da ku ava lehiyê û geliyan ji gundên ku di bin ava lehiyê de mane, biherikînin.

Hevserokê Şaredariya Gel a Til Hemîsê Abdulrehman Hadî têkildarî mijarê wiha got: "Piştî daketina avê me bi alavên giran bendên axê derdora 14 gundan çêkirin da ku wan ji lehiyê biparêzin.”

Her wiha Abdulrehman Hadî diyar kir ku niha xebata wan li gundê Xirbet Fida didome.

Têkildarî gundên ku ziyan ji ber lehiyê dîtine jî Hadî wiha dawî li axaftina xwe anîn: "Me 10 boriyên avê dane gundên ku ziyan dîtine."

(eh)

ANHA


Mijarên Din