Şaredariya Til Koçerê 38 projeyên xizmetguzariyê pêk anîn

Şaredariya Gel a Til Koçerê 38 projeyên di çarçoveya planên wê yên 2022’yan de yên qîrkirina rêyan û çêkirina kanalîzasyon û torên avê pêk anîn.

Şaredariya Gel a Til Koçerê û gundewarên wê dest bi pêkanîna projeyên xwe kir ku beriya zivistanê bi dawî bike.

55 hezar dolar ji Şaredariya Xirbet El Bîr re, 55 hezar dolar ji Şaredariya Girê Fatê re û 90 hezar dolar ji Şaredariya Til Koçer re ji bo restorakirina kanalîzasyonê, xîzkirin, sererastkirin û qîrkirina rêyan bajêr û avakirina torên avê hatin veqetandin.

Kolanek li Til Koçerê bi dirêjahiya 2 kîlometre hate qîrkirin û bi wê re hemû kuçeyên li bajêr hatin qîrkirin.

Her wiha tora avê hate firehkirin û xeta kehrebeyê hate dirêjkirin da ku kehrebe li ser bîran qut nebe û av 24 saetan bê dabînkirin.

Xebat li ser projeyên xîzkirina kolanên bajarok û gundên Til Koçerê tên kirin.

Li ser mijarê hevserokê Şaredariya Gel a Til Koçerê Elî Ubeyd wiha got: "Dê karê me yê pêşîn firehkirina tora avê û paqijkirin be. 3 werşe ji bo paqijiyê bi awayekî domdar li Til Koçerê hene."

Hevserokê Şaredariya Girê Fatê Ebdulcebar Mihemed jî da zanîn ku şaredariyê bi hevkariya meclis û komînan rêyên 24 gundan xîz kirin, tora avê firej kir û kanalizasyon çêkirin.

Her wiha welatiyê bi navê Mihemed Hesen spasiya Şaredariya Gel a Til Koçerê li ser pêkanîna xizmetguzariyan kir.

Welatiyê bi navê Yûsif Mistefa jî wiha got: "Şaredariya gel xizmetguzariyên mezin ji bajêr û gundewarên wê re pêk anîn, bi taybet xizmetguzariyên pêwîst mîna avê, firehkirina torên kanalîzasyonan, paqijkirina bajêr û qîrkirina rêyan."

Şaredariya Til Koçer û bajarokên girêdayî wê xebatên projeyên plana 2022’yan didomîne ji bo ku beriya zivistanê bi dawî bike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din