Şaredariya Zergan dest bi reşandina dermanên pêşuyan kir

Komîteya Hawîrdorê ya Şerdariya Gel a navçeya Zergan a herêma Serêkaniyê li ser daxwazên şêniyan bi armanca tunekirina mêşên bi zirar du cureyên dermanan ên duman û rezaz li tevahiya navçeyê reşand.

Di encama guhertinên rewşa hawayê de gelek kurmik û mêşên bi zirar li herêmê belav bûn bi taybet kêzika reş a ku jê bihna ne xweş derdikeve û di nav malan de bi awayekî mezin belav dibe. Li ser wê şêniyên navçeya Zergan a herêma Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê bang li Şaredariya Gel kirin ku girtekên pêwîst bigire û dermanên mêşûmûran bireşînin.

Li ser daxwazên şêniyên navçeya Zergan, Beşa Hawîrdorê ya Şaredariya Gel a navçeyê dest bi reşandina dermanan li tevahiya navçeyê kir.

Beşa Hawîrdorê derman li malên şêniyên navçeyê, sazî, navendên navçeyê, dikan, navînên rêyan, selixane, xanên sewalan, cihên kombûna avê û çekirina sergoyê reşand.

Rêjeya dermanan ku gihaştina Beşa Hawîrdorê, cureya dûman 300 lître û rezaz 200 lître.

Ji aliyê xwe ve endama rêveber a Beşa Hawîrdorê ya Şaredariya Gel a navçeya Zergan Emîre Mihemed destnîşan kir ku hemleya wan heya hefteyekê dê bidome. Her wiha dê derman li komînên gundên nêzî navçeyê û şêniyên wê li gorî miqdara pêwîst belav bikin.

Girêdayî mijarê îro Beşa Hawîrdorê ya Şaredariya Gel a Serêkaniyê her du cureyên dermanan duman û rezaz li tevahiya bajêr reşand. Miqdara dermanên li gel Şaredariya Gel a herêmê gihaşt 400 lître rezaz û 256 lître duman.

(şx)

ANHA


Mijarên Din