Şaredariya Zirganê tevî dagirkeriyê jî xebatên xwe didomîne

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide jiyanê li herêma Zirganê rawestîne da ku şêniyan bide koçberkirin. Lê Şaredariya Gel a Zirganê li rexma dagirkeriyê xebatên xwe didomîne.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ‘Artêşa Wetenî ya Sûriyê’ êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji 9`ê Cotmeha 2019`an ve dabûn destpêkirin, didomînin. Artêşa Tirk a dagirker bi êrişan xwe tevahiya peymanên ku bi Rûsya û Amerîka re mohr kiribûn, binpê kirin.

Piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe û topbaranê hewl dide herêmên li ser sînor vala bike û guhertina demografîk lê pêk bîne. Ji wan herêman yek jî navçeya Zirgan a girêdayî kantona Hesekê.

Navçe û gundên girêdayî wê hema bêje rojane rastî topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tên. Lê nikarin vîna şêniyan bişikînin. Şaredariya Gel a Zirganê pêşkêşkirina xebatên xizmetguzariyê ji tevahiya şêniyan re, meşandina karên wan, peydakirina pêdiviyên wan û çareserkirina pirsgirêkên xizmetguzariyê didomîne.

Şaredarî piştî mehekê ji êrişên artêşa Tirk a dagirker careke din dest bi karê xwe kir. Niha endamên wê li ser karê xwe ne û xebatan ji şêniyan re pêşkêş dikin. Her wiha teqez dikin ew ê bi tevahiya karînên xwe kar bikin da ku careke din navçeya xwe bedew û xweşik bikin. Endamên şaredariyê bal kişand ser ku vegera wan ji karê xwe re dihêle şênî bi ewlehiyê bihesin û hêviyê li cem wan zêde dike.

Ajansa me serdana navçeya Zirgan kir û bi hevserokê Şaredariya Gel Nûf Ubêd re hevpeyvîn çêkir. Nûf got: "Em bûn şahidên êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku jêderên jiyanê dikirin hedef."

Nûf wiha axivî: “Firina navçeyê dikeve eniya pêş a şer lewra gelek zehmetî kişandin. Ji ber ku artêşa Tirk a dagirker karkerên firinê dikirin hedef, da ku tirs û xofê bike dilê gel û nan li ser şêniyan qut bike. Ji bo ku gel neçarî valakirina navçeyê bike. Lê me bi vîna xwe dev ji çûyîna firinê berneda. Me nan dîsa çêkir û gihand şêniyan. Ruxmî ku firin tenê bi 1 km ji eniyê dûr e. Em gaz û sotemeniyê li gorî derfetên xwe belav dikin. Em ê karê xwe ji bo xizmeta gel berdewam bikin.”

Ji aliyekî din ve komîteyên xizmetguzariyê karên xwe berdewam dikin. Navçeyê paqij dikin, çopê vediguhêzin û navçeyê ji bermahiyên topbarana çeteyan û artêşa Tirk a dagirker paqij dikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din