Şaredariyeke Almanî û ya Dêrikê peymana dostaniyê îmze kirin

Şaredariya Friedrich-Hein-Kreuz Berg a girêdayî Berlîn a Almanyayê û Şaredariya Dêrikê ya kantona Qamişlo îro bi merasîmekê peymana dostaniyê mohr kirin.

Piştî serdanên şadeyên Almanyayê ji bo Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê û di çarçoveya xurtkirina têkiliyan bi Şaredariya Dêrikê ya katnona Qamişlo ya herêma Cizîrê re, îro Şaredariya Friedrich-Hein-Kreuz Berg a girêdayî Berlîn a Almanyayê hevserokatiya Şaredariya Dêrikê vexwend merasîmê îmzekirina peymana dostaniyê ya navbera herdu şaredariyan.

Bi beşdarbûna hevserokatiya Şaredariya Dêrikê Fermez Hemo û Rojîn Çeto, endamê Buroya Rêveber a Şaredariyê Nehrên Malikî, hevseroka Şaredariya herêma Friedrich-Hein-Kreuz Berg / Berlinê Monika Herman û dehan mêvanan peymana dostaniyê di navbera herdu şaredariyan de hate îmzekirin.

Li gorî peymanê dê Şaredariya Berlinê hemû cure destek bide Şaredariya Dêrikê û têkiliyan di navbera herdu aliyan de pêşbikeve.

ANHA


Mijarên Din