Şaredariyeke rojavayê Dêrazorê firne û sûkekê ava dike

Şaredariya Gel a Mihêmîd a girêdayî Komîteya Xizmetguzarî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê, dest bi projeya avakirina firneyê, ronîkirina rêyan û avakirina sûkeke barzirganî kir ku ximetê ji gundên Mihêmîd û Sifîra Jêrîn re pêşkêş bike.

Bi armanca kêmkirina azarên şêniyên gundên Mihêmîd û Sifîra Jêrîn, Şaredariya Gel a Mihêmîd dest bi avakirina firneyeke alî li herêmê kir da ku nan ji şêniyan re pêşkêş bike. Di heman demê de, dest bi avakirina sûkeke bazirganî ya sebzeyan jî kir.

Ji bo birêxistinkirina firotina sebzeyan û kontrolkirina buhayên wan, şaredariyê dest bi avakirina sûka El-Hal kir da ku firotina belavbûyî li kolanan were rawestandin.

Têkildarî projeyên xizmetguzariyê, hevserokê Şaredariya Gel Fadiul El-Selame got: “Me gelek proje  pêk anîn wekî ronîkirina rêyan û sererastkirina pira El-Hebşan a di navbera rêya Şeqra û Mihêmîd de. Di dema niha de, em li ser avakirina firneyeke alî dixebitin da ku pêdiviyên gel ji nan pêk bînin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şaredariya Mihêmîd di rojên pêş de dê dest bi sererastkirina kanalîzasyonên li bajarok û gundên girêdayî wê bike.

(kc)

ANHA


Mijarên Din