Şaredariyên gel ji nû ve dest bi projeyan sekinandî kir

Şaredariya Gel a Dêrikê û ya Şedadê dest bi projeyên xizmetguzariyê kir ku beriya demekê ji ber tedbîrên pêşîlêgirtina Koronavîrusê rawestandibûn.

Ji ber belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) û biryarên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi ferzkirina qedexeya derketina derve ji bo parastina civakê hatine girtin, şaredariyên gel ji nû ve dest bi projeyên ku rawestandibûn, kir.

DÊRIK

Şaredariya Gel a Dêrikê ji nû ve dest bi projeyên ku hatibûn sekinandin, kir. Ji wan 3 projeyên danîna toreyên kanalîzasyonê ne. Proje li taxa Zorava bi dirêjahiya 400 metreyî dest pê kir. Dema bi dawî bibe dê dest bi projeya Taxa Şehîd Xebat Dêrik bi dirêjahiya 500 metreyî û Taxa Rojava bi dirêjahiya 700 metreyî bike.

Her wiha Parka Dîcle piştî ku hat sererastkirin û amadekirin, hat vekirin.

Kolanên Dêrikê û navçeyên wê ji sedî 70 xirab bûbûn. Kolanên Dêrikê dê werin qîrkirin. Kolanên ku werin qîrkirin ev in; Kolana Weqfa Cotkaran, Kornîş, deriyê veguhastinê yê Eyn Dîwar û Girkê Legê, rêya di navbera bajarê Dêrikê û gundê Şekirxaçê de, her wiha rêya di navbera Dêrik û gundê Zihêriyê de.

Şaredariyên girêdayî bajarê Dêrikê ku kolanên wan xirab bûne;  Eyn Dîwar, Xana Serê, Rûbariya û Girê Şêra ne. Li gorî berpirsên beşa pîşeyî ku ji bo ev pirsgirêk dubare nebe şaredariyê projeya xîzkirinê da destpêkirin.

Berpirsê beşa pîşeyî ya Şaredariya Gel a Dêrikê Hesen Mihemed got hindek proje ji ber qedeya derketinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatibûn ragihandin, dereng man.

Têkildarî pirsgirêka kolanên ku zirar dîtine û derengmayîna sererastkirina wan, Mihemed got şaredarî dê ji destpêka Tebaxê de dest bi qîrkirina kolanên sereke yên Dêrikê bike.

ŞEDADÊ

Li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê şaredariyê ji nû ve dest bi projeyan kir.

Di sala 2019`an de şaredariyê gelek pirên biçûk û pirên stratejîk ava kirin. Ji wan pira Um Hefor li başûrê rojhilatê navçeya Şedadê ku Şedadê û Deşîşayê bi hev ve girê dide. Her wiha pirên Heso û Qesir.

Ebaret Selca, Ebaret Sercîn ku navçeya Şedadê û Mergeda bi hev girê dide, projeya kanalîzasyonê bi dirêjahiya hezar û 783 m û bi 16 milyon lîreyên Sûriyê. Projeya qîrkirinê bi dirêjahiya 3 km û nîv, ji kolana sereke ya navçeyê, Mûheleq.

Hevserokê Şaredariya Gel a Şedadê Mihemed Salih got: "Projeya qîrkirinê gerek bi dirêjahiya 5,5 km bûya, lê ji ber rewşên hewayî nehatin temamkirin."

Mihemed Salih destnîşan kir ku wan dest bi projeya kanalîzasyonê bi dirêjahiya 750 m li taxên Şedadê kiriye.

(bx)

ANHA


Mijarên Din