Şaredariyên gel xebatên xizmetguzarî û hemleyên hişyarkirinê zêde dikin

Bi dewamkirina qedexeya derketina derve re ku Rêveberiya Xweser ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê ragihandibû, şaredariyên gel ji bo xizmeta gel, xebatên xizmetguzariyê û hemleyên hişyarkirinê didomînin.

Biryara qedexeya derketina derve ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 23`yê Adarê ragihdandibû, di roja 9`emîn de dewam dike. Her wiha perspektîfên der barê tedbîrên xweparastinê û yên tenduristiyê de didomin û hemû navend û sazî ji bilî yên pêwîst dike li ser kar bin, hatin rawestandin.

Komîteyên şaredariyên gel ên herêma Cizîrê xebatên xwe yê xizmetguzariyê zêde kirin.

Şaredariya Gel li taxa başûr a bajarê Hesekê bi hevkariya beşên xizmetguzariyê, bi armanca xweşikirina bajêr û parastina paqijiya kolanan, dest bi paqijkirin û amadekirina rêyan kir. Şaredarî niha bermahiyên axê û keviran ji naverasta di navbera Çerxerêya Kehrebê û Çerxerêya Şerîa de, radike û ji bo çandina daran amade dike.

Her wiha dest bi hemleya paqijiyê li kolana sereke ya taxa Neşwe ya rojava ji Çerxerêya Şerîa heta çerxerêya dawîn kiriye û bi hevkariya yekîneyên agirkujiyê kolana sereke li Neşwe rojava, Çerxerêya Şerîa, Çerxerêya Kehrebê û Kolana Neşwe rojhilat dişo.

Şaredariya Gel li navçeya başûrê Hesekê jî ji bo xweparastina ji Koronavîrusê, belavok belav kirin ku tê de perspektîfên der barê çawaniya xweparastinê, parastina paqijiya şexsî û nepêkanîna kombûyînan de hatin dayîn.

DIRBÊSIYÊ

Li navçeya Dirbêsiyê jî bi dirûşma "Ji bo parastina ekolojiyeke paqij ji vîrusan, hevkarî tê xwsetin" Zabîteya Şaredariya Gel a navçeyê belavok li sûka sereke, cihên giştî û li ser deriyên dikanên madeyên xwarinê û sebzeyan, daliqandin. Belavok îşaretê bi van xalan dikin:

1-Pêkanîna biryarên şaneya aloziyê.

2-Baş girtina torên gilêşê û xistina wan di çopdankan de.

3- Pabendiya bi demên avêtina gilêşê re.

4-Demên avêtina çopê rojane ji saet 7:00 heta 9:00’an.

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê ya girêdayî kantona Qamişlo jî Şaredariya Gel û bi çavdêriya Komîteya Hawîrdorê, dest bi hemleya darkirina deriyên çar aliyên têketina navçeyên kir. Tê payîn ku hemle li park, naverastên rêyan û cihên vala, her wiha li bajarokên Mustefawiyê û El-Seîdê pêk bê.

cx

ANHA


Mijarên Din