Şaredariyên gundên rojhilatê Reqayê ji sedî 80 projeyên plankiribûn pêk anî

Şaredariyên Gel a gundewarên rojhilatê Reqayê ji destpêka ketina demsala havînê dikaribû gelek projeyên xizmetguzeriyê ji şêniyan re pêşkêş bike.

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê, Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi avakirina Şaredariyan a gundewarên Reqayê kir, da ku xizmetguzariyê ji şêniyên gund û bajêr re pêşkêş bike, her wiha 4 şaredariyên li gundewarên rojhilatê Reqayê jî hate avakirin, ku niha bi hemû keda xwe dixebite û xizmetguzeriyê ji şêniyan re peyda dike.

Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Reqayê ji şaredariya El-Keramê, Şaredariya El-Hûs, Şaredariya El-Cedîdat û Şaredariya El-Hemrat 110 milyon û 350 hezar L.S pêşkêş kir.

Şaredariya Gel a El-Hemrat 31 milyon L.S jêra diyar kir, da ku jinûva rêyên xirab bûyî sererast bikin û gelek projeyên xizmetguzeriyê pêşkêş bike.

Bi wergirtina peran, Şaredariyê dest bi sererastkirina rêyan kir, rêyên xirab bûyî li bajarok û gundên wê hatin eşkerekirin, dirêjahiya ku dê bê sererastkirin 6 km ye, xebat di destpêkê de di sererastkirina rêyan e û kevirên hûr tije bikin, paşê jî zift dikin.

Projeya duyemîn ku şaredariyê dest pêkiriye, ew e jinûva sererastkirina şebekên kanalîzsyonê yên bajarokê El-Reqa El-Semera û wê bi yên nû bi dirêjiya 170 metre biguherin û dê zirarên di kanalîzsyonê de sererast bikin.

Her wiha şaredariyê projeyên din mîna ronîkirina rêyan û sererastkirina kolanên bajarok û gundên wê de dixebite.

Şaredariya Gel a Keramê

Şaredariya Gel a Keramê jî piştî ku 30 milyon L.S ji Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan wergirt, gelek proje destpê kirin, jê projeya sererastkirina rêyên li bajarok û gundên wê, dirêjiya rêyên ku hatin sererastkirin 6 km û rêya Mezra El-Mihemediyê, Mezra El-Qeseniyê û gundê El-Fedahê sererast kirin.

Şaredariya Keramê şebekên kanalîzsyonê yên kevn bi dirêjiya 360 m, bi yên nû re guhertin.

Ji projeyên ku şaredariyê dest pê kirin, ronîkirina kolanên hundirîn ên bajarok bi zêdetirî 170 nuqteyên li kolanan, her wiha şaredariyê 360 dar di nêviyên rêyên giştî yên bajarok çandin.

Şaredariya Gel a El-Cedîdat

Her wiha Şaredariya El-Cedîdat dest bi sererastkirina rêyên li gundê Kehîd, Hemed Esaf, Ocê Esaf û Cedîdê Xabûr kir û projeya paqijkirinê ku Şaredariyê dest pêkirbû, dewam dike.

 Şaredariya Gel a El-Hûs

Piştî pêşkêşkirina alîkariyê ji Şaredariya El-Hûs re, dest bi gelek projeyan kir, jê sererastkirina rêyan, ji ber rêyên li bajarokê El-Hûs a herî zirar dîtiye.

Şaredariyê plana kar ji bo jinûva sererastkirina pira ku di orta bajarok re diçe, amade kir, her wiha ew rêya di navbera gundên Xes Ecel û gundê Xes Hebal, dirêjiya pir 12 metre û bilindiya 5 metre ye, şaredariyê 21 melyon L.S wergirt.

Endamê komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Reqayê endizyar  Ehmed El-Xidir wiha got: "Bi armanca jinûva avakirina rûxandina şer û tinebûna karê saziyên a 7 salan, komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Reqayê alîkariyê ji Şaredariyên gundewarên Reqayê re pêşkêş dike."

Ehmed El-Xidir îşaret bi serkeftina zêdetirî ji sedî 80 projeyên ku Şaredariyên gundewarên rojhilatê Reqayê danî bû, kir û diyar kir ku xebat ser wê didome.

(jo)

ANHA


Mijarên Din