Şaredariyên Kobanê xebatên xizmetguzariyê geş dikin

Hevserokê Meclisa Şaredariyan a Kantona Kobanê Şêx Ehmed Mihemed sedema derengmayîna pêkanîna projeyên xizmetguzariyê li bajar û gundewarên Kobanê, spart kêmbûna alavan û diyar kir ku ew hewl didin pirsgirêkan çareser bikin.

Li bajar û gundewarên kantona Kobanê di aliyê pêkanîna projeyên xizmetguzariyê de kêmasî hene. Neçakiya rêyan, xetên av û kanalîzasyonê pirsgirêkên sereke ne. Ev pirsgirêk dibin cihê gilî û gazincên şêniyan.

Şaredariyên kantona Kobanê ku hejmara wan 11 e, li pêşberî gelek kar û xebatan e lê derfetên kêm û rewşa hewayî ya nebaş di zivistan û biharê de dihêle ku projeyên xizmetguzariyê dereng bimînin. Lê dîsan jî li gorî derfetên kêm kar dimeşîne.

Endamê Meclisa Şaredariya bajarokê Bender ê rojavayê bajarê Kobanê Mustefa Elî diyar kir ku ew li gorî derfetên di dest wan de dixebitin û diyar kir ku xetên avê û pembo ji çemê Firatê gihandin 13 gundên li nêzî sînor û wiha domand: "Me rêyên sereke yên rojavayê bajarê Kobanê ji Îzaayê heta gundê Zor Mexar sererast kirin. Her wiha rêya di navbera bajarokê Bendera Mezin heya gundê Derbazan de vekir, lê ji ber barana xurt a demên dawîn rê xirab bûn, divê dîsa werin sererastkirin."

Mustefa Elî anî ziman ku gelek kar û proje ji wan tên xwestin, lê pêwîstiya wan bi alavan heye. Her wiha destnîşan kir ku ev mîsyon ji Meclisa Şaredariyan a Kantona Kobanê tê xwestin.

Ji aliyê xwe ve cîgirê hevserokê Şaredariya Gel a Qenayayê Ehmed Ehmed jî got ew niha projeya siwarkirina pompên avê ji çemê Firatê pêk tînên ku avê bide 40 gundan, her wiha pirên li ser rêyan jî çaksaz dikin. Ehmed sedemên kêmasiyên di warê xizmetguzariyê de spart kêmbûna alavan û got gelek projeyên wan ên xizmetguzariyê hene, lê kêmbûna alavan li pêşiya wan dibe asteng.

Meclisa Şaredariyan hewl dide pirsigrêkê ji holê rake

Hevserokê Meclisa Şaredariyan a Kantona Kobanê Şêx Ehmed Mihemed diyar kir ku wan ji aliyên têkildar xwest budçeyeke bi qasî 450 hezar dolar ji wan re were veqetandin da ku pê alavan bikirin.

(bb)

ANHA


Mijarên Din