Şaredariyên Qamişlo dest bi projeyên xwe yên îsal kir

Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan a kantona Qamişlo, projeyên şaredariyên gel ên sala 2020`an lêkolîn kirin. Hevseroka komîteyê diyar kir ku dê îsal bêhtir li ser başkirina binesaziyê, birêxistinkirina cihên avêtina çopê û amadekirina planên firehkirina bajaran kar bikin.

Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan a Kantona Qamişlo ku 37 şaredarî (10 şaredariyên navendî, 27 şaredariyên din) girêdayî wê ne, hewl dide bi rêya projeyên ku li gorî derfet û pisporiya heyî, karê xizmetguzariyê li kantonê baş bike. Komîte her sal karê xwe berfirehtir dike.

Şaredariyên navendî yên girêdayî Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan a Kantona Qamişlo ev in; şaredariya gel a navçeya Amûdê, şaredariyên rojhilat û rojava yên girêdayî Qamişlo, Tirbespiyê, Til Koçer, Çilaxa, Til Hemîs, Girkê Legê, Til Birak, şaredariya gel a bajarê Dêrikê û şaredariyên din jî yên bajarokên girêdayî cihên navborî ne.

Îsal şaredariyên bajarê Qamişlo hewl didin karê xizmetguzariyê baştir bikin. Ev yek bi rêya projeyên ku ji bo komîteya şaredariyên kantonê di destpêka meha Sibatê de hatine pêşkêşkirin. Ji wan projeyan qîrkirina rêyan, restorekirina kolanan, sererastkirina binesaziyê û tora ava vexwarinê ne.

Komîte niha projeyên 37 şaredariyan lêkolîn dike da ku piştî lêkolînan pereyên ji bo her şaredariyekê bên veqetandin ku projeyên xwe pêk bînin. Hevseroka Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan a kantona Qamişlo Şermîn Şaqo diyar kir ku buroya lêkolînan a girêdayî wan niha projeyên hatine pêşkêşkirin, lêkolîn dike.

Şermîn Şaqo destnîşan kir ku dê îsal komîte bêhtir li ser başkirina binesaziyan, birêxistinkirina cihên avêtina çopê û planên ji bo bajaran, bixebite û wiha got: "Armanca me berfirehkirina bajaran e. Ev yek dê bi rêya komeke endazyar û pisporên binesaziyan pêk bê."

Şermîn her wiha diyar kir ku wan ji bo zêdekirina hejmara otobusên veguhastina hundirîn di nava bajarê Qamişlo de jî, plan amade kirine. Her wiha dê otobusên veguhestina hundirîn li bajarê Dêrikê jî bikevin tevgerê û dê wekî tedbîreke pêşîgirtina şewata erdên çandiniyê, hejmara focên agirkujiyê li her şaredariyekê bê zêdekirin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din