Şaredariyên Qamişlo xebatên xwe nirxandin

Hevserokên şaredariyan ên kantona Qamişlo li hev civiyan, xebatên ku hatine meşandin û astengî nîqaş kirin û ji bo demên pêş plansazî danî.

Meclisa Şaredariyan a kantona Qamişlo bi armanca ku xebatên şaredariyan û kêmasiyên ku derketine nîqaş bikin bi hevserokên şaredariyan ên kantonê re civiya.

Civîna li akademiya Şehîd Yekta Herekol a navçeya Tirbespiyê hate lidarxistin bi axaftina hevserokê Meclisa Şaredariyan a Kantona Qamişlo Mesûd Yûsif dest pê kir. Mesûd xebatên ku şaredariyên di demên dawî de pêk anîn û projeyên nû bi bîr xist, jê sererastkirina rêya Elî Fero û ya Sêmalkayê. Her wiha astengiyên ku li pêşiya kar derketin diyar kir. Yûsif anî ziman ku pêwîste şaredarî beriya zivistanê xebatên xwe temam bike.

Hevserokên şaredariyan jî li ser projeyên ku pêkanîne, pêwîstî û astengiyên ku kişandine axivîn. Ji pirsgirêkan kêmbûna alavan û karkerên paqijkirinê û yên ji bo rêvebirina bîran.

Hevserokatiya Meclisa Şaredariyan a Kantona Qamişlo bersiva pirsan dan. Encamên civînê dê radestî Komîteya Şaredariyan a kantonê were kirin da ku li ser bisekine.

ANHA

ç


Mijarên Din