Şaredariyên Reqa, Hesekê û Dêrikê xebatên xizmetguzariyê didomînin

Şaredariya Gel a Reqayê plana çandina mîlyon dar li derdora bajêr daniye, hemwextî wê jî karê jinûve avakirina parkan didomîne, li aliyê din Şaredariya Gel a Hesekê ji sedî 70 planên havînê bi dawî kirin û hemleya qutkirina xetên kehrebeyê yên qaçax li Dêrikê berdewam e.

Tevî dorpêça li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên dewleta Tirk a dagirker, karên xizmetguzariyê di vê rewşê de didomin.

Têkildarî vê yekê, Şaredariya Gel a Reqayê bi hevkariya daîreyan, jinûve avakirina parkên giştî yên bajêr û gundewarê wê didomîne û ji bo çandina mîlyon dar li derdora bajêr nexasim deverên vala, plan daniye.

Daîreya Parkan bi hevkariya rêxistinên li Reqayê, di meha Tîrmehê de Parka 7’ê Nîsanê û ya Beca yên li naverasta bajarê Reqayê sererast kirin û jinûve avakirina parka Beyda didomîne.

Li bajarê Reqayê bêhtirî 80 parkên giştî û biçûk hene, piştî rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ’ê 14 park hatin nûkirin. Tê payîn ku dê parkên din wek parka Bustan û Panorama û Meheta ji aliyê Şaredariya Gel a Reqayê ve werin nûkirin.

Serokê Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Gel a Reqayê, endizyar Ehûd Hisên ji ajansa me re wiha axivî: “Gelek ekîbên me ji bo çavdêriya li darên kolanan hene. Niha jî em li ser projeya nûkirina parkên biçûk û çandina daran li aliyê rojhilat û bakur ji bajêr kar dikin.”

Hisên destnîşan kir ku 14 park hatin nûkirin û wiha axivî: “Hîn 3 park li Reqayê mane divê werin nûkirin wek parka Panorama û Meheta, lê parkên din hemû bi temamî hatine sererastkirin.”

Têkildarî zehmetiyan Hisên got: “Em gelek zehmetiyan di kar de dibînin, yek jê karên xerakirinê ku hin ciwan û zarok dikin wek qutkirina daran û xerakirina torên avê. Ji bo parastina parkan karên sererastkirinê yekser tên kirin.”

Hisên wiha domand: “Em ê berê xwe bidin parkên biçûk û daran tê de biçînin, her wiha deverên bê dar wek aliyê rojhilat û bakur ji Reqayê. Projeya çandina mîlyon dar li hundirê bajarê Reqayê hat pejirandin û piştî bidawîkirina lêkolînan em ê dest pê bikin.”

Di dawiya axaftina xwe de Hisên daxwaz ji şêniyên Reqayê kir ku li parkan miqate bin û zarokên xwe hişyar bikin ku daran qut nekin û parkan biparêzin.

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê yê herêma Cizîrê, Şaredariya Gel ji sedî 70 ji projeyên xwe yên havînê bi dawî kirin.

Projeya yekemîn qîrkirina rêya rojhilayê Hesekê bi dirêjahiya 10 kîlometre bû ku ji du rêyan pêk dihat “çûn û hatin”, her wiha qîrkirina gelek kolanên hundirê bajêr.

Hevserokê Daîreya Fenî ya Şaredariya Gel a Hesekê, Îzedîn Silêman da zanîn ku wan ji sedî 70 projeyên pilansaziya havînê bi dawî kirin.

Silêman diyar kir ku miqdara ziftê ya ku wan li qîrkirin û nûkirina kolanên bajêr daye, digihîje 4 hezar û 300 metreyên sêgoşe û wiha domand: “Piştî ragihandina rewşa awarte ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, gelek projeyên wekî nûkirina parkan û  çandina darên li rêyan hatin rawestandin û girîngî ji bo qîrkirina rêyên sereke û kolanên ziyandîtî hat dayîn.”

Silêman diyar kir ku di rojên bê de dê projeya qîrkirina kolanên "Meqsim" yên taxa Miftî were destpêkirin û got: “Ji ber ku rê ne qîrkirî ne, ew tenê bi kevirên hûr hatine çêkirin, her wiha dê kolanên bi zirar ên taxa Til Tewîl û taxên din ên ziyan dîtî werin sererastkirin.”

Her wiha Îzedîn Silêman diyar kir ku karên nûkirina torên avê yên bi zirar di bajêr de berdewam in.

DAÎREYA KEHREBEYÊ YA DÊRIKÊ DI KARÊN RAKIRINA XETÊN QAÇAX DE BERDEWAM E

Şêniyên Dêrikê bi başbûn û zêdebûna saetên kehrebeyê li bajêr kêfxweş bûn nexasim piştî rakirina xetên qaçax ku di encamê de zexta li ser stasyona giştî siviktir bû.

Daîreya Kehrebeyê ya Dêrikê bi hevkariya Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Cizîrê, berî mehek û nîv dest bi hemleya rakirina xetên qaçax ên kehrebeyê kirin da ku zexta li ser torên kehrebeyê û stasyona giştî siviktir bibe.

Komîteyên çavdêriyê bi awayekî rojane ji bo rakirina xetên qaçax karê xwe didomînin û di encamê de bêhtirî 450 xetên qaçax hatin rakirin.

Girêdayî vê yekê, endamê Daîreya Kehrebeyê, Seîd Elî ji ajansa me re wiha axivî: “Hemle dê heta rakirina xeta qaçax a herî dawî li bajêr bidome. Piştî destpêkirina hemleyê barê li ser stasyona giştî ya kehrebeyê siviktir bû.”

Elî da zanîn ku şênî bi hemleyê kêfxweş bûn ji ber ku saetên kehrebeyê li bajêr zêde bûn. Her wiha got, qaçax ên ku xetên wan hatine rakirin dikarin careke din daxwaza bicihkirina xetên xwe bikin.”

Têkildarî mijarê, welatiyê bi navê Omer Îsmaîl yê ji Dêrikê da zanîn ku piştî rakirina xetên qaçax kehrebe li gor salên borî baştir bû, armanc ji vê hemleyê ew e ku di aliyê saetên kehrebeyê de hemû tax wekhev bin.”

Îsmaîl wiha anî ziman: “Piştî rakirina xetên qaçax hemle hi ser ket. Şêniyan jî razîbûna xwe ji bo vê hemleyê nîşan dan.”

(eh-mh)

ANHA


Mijarên Din