Şaredarên Cezayîrê beşdarbûna nava birêxistibûna hilbijartinan red kir

40 şaredarên Cezayîrê beşdariya nava birêxistinbûna hilbijartinên serokatiyê ku dê di 4`ê Tîrmehê de werin lidarxistin, red kir û piştgiriya xwe ji çalakiyên li dijî rejîmê re anî ziman.

AFP’ê ragihand ku nêzî 40 şaredarên Cezayîrê ji eslê hezar û 541 şaredaran piştgiriya çalakiyên dijber ên li dijî hikumeta Cezayîrê kir. Şaredaran beşdariya nava birêxistinbûna hilbijartinên serokatiyê jî ku dê di 4`ê Tîrmehê de werin lidarxistin, red kir.

Serokê nû Abdulqadir bîn Salih roja çarşemê ragihand ku hilbijartinên serokatiyê ku dê di 4`ê Tîrmehê de werin kirin, da ku serokekî nû piştî Abdulezîz Boteflîqa hilbijêrin.

Hêjayî gotinê ye ku li Cezayîrê şaredarî roleke sereke di serpereştiya lîsteyên hilbijartinan, kategorîkirina dengan, birêvebirina xebatên hilbijartinê û bi rêxistinkirina dengdayînê de dilîzin.

(eh)


Mijarên Din