Sassolî: Divê dimildest êrîşên Tirkiyê rawestin

Serokê Parlementoya Ewropayê David Sassoli xwest ku bila zextên li ser Tirkiyeyê girantir bibe.

Serokê Parlementoya Ewropayê David Sassoli  îdi civîneke çapemeniyê de  ku îro pêk hatibû got "Me rewşa bakurê Sûriyê gotûbêj kir, em dibînin ku ev destwerdana leşkerî divê tavilî were rawestandin. Em dixwazin ku Yekitiya Ewropayê gavên siyasî û doplomasî bavêje, tenê em rûnên an jî bi encamên civînên wezîrên derve kêfxweş bin nabe."

Sassoli her wiha got: "Em ne tenê bi fikar in, lê belê em bi hêrs in, ji ber ku şer ji aliyekî endamekî NATO ve ye. Li ser vê yekê divê em zelal bin û vê operasyonê rawestînin. Lê hikûmeta Tirkiyê ranawestîne û heta niha guhdar nekiriye. "

Serokê Parlamantoya Ewropayê anî ziman "Divê operasyonên leşkerî werin rawestandin, nayê  qebûlkirin ku dewletek bi vê şîwazî tevbigire."

Sassoli xwest Yekîtiya Ewropayê zextên li ser Tirkiyeyê giran bike û biryara nefirotina çekan a welatên Ewropayê jî were pêkanîn.


Mijarên Din