Saziya Kar û Barên Olî ya Reqayê: Îslam ji kesên ku navê

Şêx û rûspiyên Reqayê bi daxuyaniyekê kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji kuştin, binpêkirin û koçberkirina bi navê îslamê, şermezar kirin.

Daxuyanî li qada Meclisa Sivîl a Reqayê ji aliyê serokê Buroya Avakirina Mizgeftan a girêdayî Saziya Kar û Barên Olî ya Reqayê Îbrahîm Ewês ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kuştina mirovan bê sedem û bê maf li gorî îslamê heram e, her wiha binpêkirina rolên îbadetê û rizqên welatiyan jî heram e.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku di demên berê de dema artêş dişandin şer, digotin nabe cihên olî, kalepîr, zarok, jin û qutkirina daran bibin hedef, ji ber ew di îslamê de heram in, lê ew ji îslamê dûrin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi navê îslamê kuştin û talankirinê dikin.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku îslam ola hezkirin û wefadariyê ye û ne ola kuştin, rûxandin, dizî û talankirinê ye wekî ku çeteyên Erdogan dikin.

Tê zanîn ku hinek oldarên Tirk kuştina her kesî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê ferq û cudatî helal kir, her wiha kuştina birîndaran û esîrên şer jî helal kir û ev yek di ola îslamê de heram e.

(bx)

ANHA


Mijarên Din