Saziya Malbatên Girtiyan: Em der barê belavbûna Koronavîrusê li girtîgehan de bi fikar in

Îro Saziya Malbatên Girtiyan a Kantona Efrînê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê (Covid-19), bi daxuyaniyekê bang li Rêxistina Mafên Mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku girtiyan serbest berde.

Koronavîrus bi lez li seranserê cîhanê belav dibe û hejmara qurbaniyên wê zêde dibe. Saziya Malbatên Girtiyan daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û îşaret bi girîngiya serbestberdana girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de kir.

Daxuyanî li pêşiya Kampa Serdem a kantona Şehbayê û ji aliyê endamê saziyê Selam Seydo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dewleta Tirk hemû cureyên siyaseta şovenîst û zordar li dijî gelê Kurd dide meşandin û da ku siyasetên xwe bi ser bixe, çand û dîroka gelê Kurd ên li Bakurê Kurdistanê qir dike û li dijî wan kuştin, lêdan, komkujî û koçberkirinê pêk tîne.

Her wiha tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Em wek malbatên girtiyên siyasî bang li hemû saziyan, aliyên peywendîdar û aliyên navneteweyî dikin ku li gorî yesayên navdewletî yên amaje bi mafên girtiyan dikin tev bigerin û rê nedin dewleta Tirk ku van qanûnan binpê bikin.

Li ser belavbûna vîrusa Koronayê ku li seranserî cîhanê belav bûye, di daxuyaniyê de hat bi bîrxistin ku ev yek fikaran li gel malbatên girtiyan ava dike ji ber ku zarokên wan girtî ne û dibe ku bi sed hezaran girtiyên din jî di girtîgehên dewleta Tirk de hebin û wiha dewam kir: "Lewra em hêvî dikin ku Rêxistina Mafên Mirovan bi erka xwe rabe û zextê li dewleta Tirk bike da ku girtiyan serbest berde. Dewlata Tirk û aliyên peywendîdar dê berpirsiyariya belavbûna Koronavîrusê di girîtgehan de rakin."

Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Wek Saziya Malbatên Girtiyan a Kantona Efrînê, em ê li beramberî vê paşguhkirinê bê deng nemînin. Em qebûl nakin ku zarokên me bikevin rewşeke xeternak."

(eh)

ANHA


Mijarên Din