Saziya Oldaran: Girê Spî mînaka biratiya gelan e û dagirkeriyê red dikin

Endamê Saziya Oldaran a bajarê Girê Spî ku beşdarî çalakiya mertalên zindî ya li ser sînor bibû, destnîşan kir ku bajarê Girê Spî mînake biratiya gelan e û dê pêhateyên wê rê nedin tu hewldanên têkbirîna ewlehiya herêmê.

Şêniyên Girê Spî li dijî gefên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiya mertalên zindî li ser sînorê bakurê bajêr destpê kirin. Bi sedan şêniyên kantonê herikîn ser sînor û tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de bi navê Saziya Oldaran a Girê Spî endamê saziyê Ebdilhemîd Îbrahîm axivî, gefxwarinên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Ebdilhemîd Ibrahîm got: "Em wek gelê Sûriyê û pêkhateyên Girê Spî hemû êrîşên ser welatê xwe red dikin, em gelekî ji aştiyê hez dikin û bihevgirtina xwe hewl didin li Sûriyê pêk bînin."

Şêxê mizgefta El-Zinbaq teqez Ebdilhemîd Ibrahîm kir ku bi yekbûna wan ew ê parastina xaka welatê xwe bikin û tu cudahî di navbera olan û pêkhateyan de tine ye.

Her wiha Ebdilhemîd wiha got: "Kantona Girê Spî ya ewle mînaka biratiya gelan e, em naxwazin kes yekbûna me têk bibe."

(jo)

ANHA


Mijarên Din