Saziya Zimanê Kurdî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

​​​​​​​Saziya Zimanê Kurdî ya Rojava Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û bang li Kurdan kir ku xwe li derdora zimanê kurdî kom bikin, ji ber bingeha pêkanîna yekitiya nîştimanî ava dike.

Saziya Zimanê Kurdî ya Qamişloyê bi daxuyaniyekê 15`ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.

Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên Saziya Zimanê Kurdî Gulê Hesen ve hat xwendin. Daxuyanî li pêş Saziya Zimanê Kurdî ya Qamişloyê hat dayîn. Endam û nûnerên Saziya Zimanê Kurdî, rêveberiya dibistanên kantona Qamişloyê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Qamişlo û Kobanê, endamên Akademiya Şehîd Egîd Cîlo ya branş û materyalên zimanê kurdî ya herêma Cizîrê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî wiha ye:

“15`ê Gulanê rojeka bi nav û nîşan e. Di nav kurdan da xwedî qedrekê mezin e. Di vê rojê da yekem kovar li Şamê bi pêşengtîya Mîr Celadet Alî Bedirxan bi tîpên latînî hatiye weşandin. Ew tîpên ku li ser bingehê bipêşxistin û xwedîderketina li çand û wêjeya kurdî  hatine xêzkirin, di roja me ya îro da bûn hîmê bingehîn yê xwendin  û nivîsîna bi zimanê kurdî. Ji bo kurdekê/î roja derketina Hawarê ne tenê roja pênasekirina zimanê kurdî ye, lê belê 15ê  Gulanê ji bo gelê kurd roja rizgarî û felatê ye. Roja avakirina koşkeka gewre ye ku hemû kurdîhezan di bin banê xwe da di hêlîna kurdewarîyê da dicivîne. Ji bo wê jî êdî ev roj di nav kurdan da wekî Roja Zimanê Kurdî hatiye pejirandin û her sal ev roj bi çalakî û ahengên cihêreng ji hêla kurdistanîyan ve li seranserî cîhanê dihê pîrozkirin.

Her bi vê boneya pîroz, em careka din bi  dilsozî  û biryardayîneka mezin dibêjin: Çi dibe bila bibe, tevî  hemû sitem û zordarîyê, berevajî nijadperestî û xweferzkirinê, li ser bingehê mafê zimanan yê gerdûnî, em dê heta dawîyê di qada bipêşxistina ziman û wêjeya kurdî da di nava kar û xebatê da bin. Ji ber ku kombûna li derdora zimanî dibe bingehê yekîtîya netewî, pêwîstî bi kombûna hemû  kurdan mîna xelekekê li dora zimanî heye.

Ji bo wê jî ji bo ku em bi serbilindî bijîn ji bo ku gelê me yê ku bi salan e ji mafê xwe yê mirovbûnê bêpar hatiye hiştin û bi çarenûsa wî dihê lîstin, bi azadî bi rûmeta xwe  şad bibe, niha ji hemû deman zêdetir pêwîstîya gelê me bi yekîtî û hevgirtinê heye.

Bi vê boneyê bi navê Sazîya Zimanê Kurdî di kesayeta şehîd û mamosta Ferzad Kemanger, Vîyan Amara û Egîd Cîlo da  hemû pakrewanên ku di oxira azadî û parsatina ziman û nasnemeya netewî da canê xwe feda kirine, bi rêzdarî bi bîr tînin û careka din bangewazîya tevahîya kurdan dikin ku li hemberî lîstik û bêbextîyên dijmin û  dagirkerên Kurdistanê şîyar bin û li dora nasnameya xwe ya netewî bibin yek, da ku em bikarin  welatekê azad pêşkêşî zarokên xwe yên paşerojê bikin. Bi vê hêvî û mebestê, em careka din vê roja pîroz li tevahîya kurdan, li hemû kedkarên ku ji çand, ziman û wêjeya kurdî ra xizmet kirine, bi hemû hezkirina xwe ve pîroz dikin."

ANHA


Mijarên Din