Saziyên civaka sivîl: Kel û pelên Tirkiyê boykot bikin

Saziyên civaka sivîl û saziyên Rêveberiya Xweser a Dêrikê beşdarî hemleya boykotkirina kel û pelên Tirkiyê bûn.

Ji însiyatîfa Zanîngeha Rojava ya boykotkirina kel û pelên Tirkiyê, saziyên civaka sivîl û saziyên Rêveberiya Xweser a Dêrikê dest bi hemleya boykotkirina kel û pelên Tirkiyê kir û broşur li dikan, sûkên navendî û gel belav kirin.

Endamên saziyan û saziyên Rêveberiya Xweser li pêşiya meclisa navçeya Dêrikê kom bûn da ku daxuyaniyekê der barê boykotkirina kel û pelên Tirkiyê de bidin.

Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiyê di Komîteya Aborî de Wefa Elî ve hate xwendin.

Wefa di daxuyaniyê de wiha got: "Ji bo dilsoziya bi şehîdên me re û Berxwedana Rûmetê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê, em piştgiriya xwe ji hemleya Zanîngeha Rojava re didin nîşandan û kel û pelên Tirkiyê bi hemû rêyan boykot dikin."

Daxuyaniyê bang li hemû şêniyan û xwediyên dikanan û bazirganên li Dêrikê û navçeyên wê kir ku kel û pelên Tirkiyê ku zarok û gel dikuje, boykot bikin.

Paşê endamên saziyên sivîl broşurên taybet bi hemleyê li xwediyên dikanan û bazirganan belav kirin.

Tê payîn ku hemle li herêma Dêrikê û navçeyên wê dewam bike.

(jo)

ANHA


Mijarên Din