Saziyên herêma Efrîn: Rojbûna rêbertî, rojbûna gelên azadîxwaz û jiyana hebeş e

Bi boneya salvegera rojbûna rêber Abdullah Ocalan a 71’emîn ku dikeve 4’ê Nîsana her salê, saziyên sivîl li kantona Şehbayê dar çandin.

Her sal û mîna îro(4’ê Nîsanê) Kurdistanî bi boneya salvegera rojbûna rêber Abdullah Ocalan daran diçînin.

Bi vê boneyê li herêma Efrînê saziyên sivîl 174 dar çandin.

Şaredariya Gel a herêma Efrînê li qada Şaredariya Til Sosîn a girêdayî navçeya Ehdas 50 darên cur bi cur jê jî darên zeytûnê bi beşdariya endamên şaredariyê, çandin.

Li navçeya Ehresê jî Meclisa Malbatên Şehîdan 17 darên sîwan û zeytûnê li Gotistana Şehîdên Serdemê bi beşdariya endam û rêveberên meclisê, çandin.

Li kampa Berxwedanê jî şaredarî û meclisa kampê bi însiyatîfa xwe 50 darên sîwanê li qada kampa Berxwdanê bi boneya salvegera rojbûna rêber Abdullah Ocalan çandin.

Endamên Desteya Çandiniyê ya herêma Efrînê 30 darên Sîwan û xemlê li pêş navenda Desteya Çandiniyê

Di dema çandina daran de, rêveberên saziyan axivîn û rojbûna Rêber Ocalan li hemû pêkhateyên herêmê û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir.

Axaftvanan diyar kirin ku jidayîkbûna Rêvber Abdullah Ocalan, ji dayîkbûna gelên azadîxwaz û jiyana hevbeş e.

Her wiha destnîşan kirin ku dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê daran dibirin, lê belê ew li kantona Şehbayê daran diçînin da ku tekez bikin ku bi erd û çanda xwe ve girêdayî ne.

fr

ANHA


Mijarên Din