Saziyên mafên mirovan û rewşenbîran: Parastina zarokan erka civakê ye

Rêxistina Mafên Mirovan û Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê bal kişand ser girîngiya avakirina komîteya parastina zarokên di şeran de rastî tundiyê hatine, her wiha tekez kir ku parastina zarokan erka civakê ye.

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê û Rêxistina Mafên Mirovan bi slogana "Parastina zarokan erka civakê ye" diyalogek der barê mafên zarokan û mekanîzmeya parastinê de li parka xwendinê ya li bajarê Qamişlo li dar xist.

Diyalog bi beşdariya bi dehan endamên Rêxistina Mafên Mirovan û Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê bi rê ve çû. Diyalog têkildarî awayê parastina zarokên di şer de rastî ziraran hatine bû.

Her du saziyan bal kişand ser girîngiya avakirina komîteya parastina zarokên ku li hemû herêmên Sûriyê bûne qurbaniyên şer û zirarên madî û derûnî lê bûne.

Di vê çarçoveyê de hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan Evîn Cumaa got: "Di cîhanê de mafên zarokan pîroz in û yên herî di salên derbasbûyî yên şoreşa Sûriyê de, rastî ziraran hatine zarok in."

Evîn wiha li axaftina xwe zêde kir: "Zarok eware bûn, rastî tundiya bedenî û derûnî hatin, gelek ji van zarokan barê malbatê jî hilgirtin, di heman demê de rastî pirsgirêkên astengdarbûnê hatin û ji mafên xwe bê par man."

Evîn Cûmaa diyar kir ku parastina zarokên rastî tundiyê hatine, ji erka civakê ye û divê alîkarî ji wan re were pêşkêşkirin û parastina pêwîst were kirin.

Di dawiya diyalogê beşdaran girîngiya avakirina komîteya parastina zarokan tekez kir.

(eh)

ANHA


Mijarên Din