Saziyên olî yên Kobanê: Nimêja înê û ya cejnê qedexe ye

Ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê (Covid-19) û pêkanîna biryara Rêveberiya Xweser, Saziya Olî ya Kobanê diyar kir ku nimêja înê û nimêja cejnê dê neyên kirin.

Bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê û pêkanîna biryara Rêveberiya Xweser, Saziya Olî ya Herêma Firatê banga qedexeya kombûnan û parastina tenduristiya welatiyan kir.

Hevserokatiya Saziya Olî ya Herêma Firatê bi daxuyaniyekê ragihand ku nimêja înê, nimêja cejnê û kombûn hatin sekinandin.

Hevserokê Saziya Olî Îbrahîm Remo cejna Qurbanê li tevahiya misilmanan, gelê Sûriyê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir. Remo got: "Vîrus berbelav bûye, lewma divê  em parastina xwe bikin, ji ber vê yekê saziyên olî yên Kobanê biryarnameyek ragihand û tê de nimêja înê, nimêja cejnê, kombûn, konê eza, anîna cenazeyan ji derveyî herêmê, qedexe ne. Bi hêvîya ku Xwedayê dilovan vê afatê dûrî me bixe."

Îbrahîm Remo di dawiya axaftina xwe de got qurbanên cejnê divê li deverên hatine diyarkirin, werin serjêkirin.

)eh)

ANHA


Mijarên Din