Sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên meha Gulanê li Efrînê

Li Efrînê ya ku zêdeyî salekê  ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, sûcên der mirovî, revandin, êşkencekirin û kuştina sivîlan, her wiha talankirina xwezayê û guhertina demografîk bê navbera didome.

Di vê raporê de em ê balê bikşînin ser sûnên Tirkiyê li Efrînê di meha Gulanê an ku meha Remezanê de , ji revandin û kuştina sivlan, talankirin û şewitandina zeviyên çandinyê.

Revandina û êşkencekirina sivîlan

Li gorî agahiyên ku ajansa me ANHA‘yê ji çavkaniyên pê bawer ên ji hundirên Efrînê girtine, çeteyên dagirkeriya Tirkiyê  bi dehan sivîl ji navenda bajêr û navçeyên Efrînê revandine. Ji kesên hatine naskirin; Roşîn Hebeş Hisên ji gundê Dêr Sewan ê navçeya Şera, ji gundê Kemrok du jin, Emîna Hisên û Emîna Dawud Ekaş ji gundê Meydan Ekbis ê navçeya Raco. Her wiha Heyder Mihemed ji gundê Çeqala Navîn ê navçeya Şiyê piştî 100 hezar l.s da hat berdan, welatiya bi navê Nebîha Mustefa tevî hevser û kurê wê ji gundê Meşelê yê navçeya Şera, Hisên Şewket ji navçeya Mabata, parêzer Ebdulrehman Bermecê ji gundê Kefer Sefra yê Cindirês. Her wiha çeteyan di 3‘yê Gulanê de Îbrahîm Mihemed Xelîl Cercî ji bajarokê Badîna yê Mabata ji nav zeviyên wî yên zeytûnan û mamoste Mihemed Hesen ê ji gundê Qestel Miqdad ê navçeya Bilbilê revandin.

14‘ê Gulanê çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Mihemed Îbrahîm ê (50) ji gundê Xelîlka ê navçeya Babê  talan kirin û barê erebeyê wî yên rezan (pelên tirî) birin û ew lêdan kirin, ji ber lêdan û êşkenceyê  jiyana xwe ji dest dide.

15‘ê Gulanê de çeteyan cara sêyemîn Mihemed Ehmed Birêm ê 33 salî û Ebdo Mihemed ê 25 ji gundê Meska Jorîn ê navçeya Cindirêsê revandin, beriya çend rojan jî Tahir Şahîn ê ji gundê Basûta yê navçeya Şêrawayê revendin.

Di 12‘ê Gulanê de çeteyên Tirkiyê li taxa Mehmûdiyê ya navenda bajarê Efrînê bi çek girtin ser mala jinekê û xwestin kurê wî birevînin, piştî li jinê dan telefona wî ya destan dizîn.

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam a girêdayî artêşa Tirk a dagirker 15‘ê Gulanê jî avêtin ser malên gundê Îska yê navçeya Şêrawa û du zarok, yek 6 salî û yê din 3 salî ku di xew de bûn bi demançeyên bêdeng kuştin.

Çavkaniyan ji ANHA‘yê diyar kiribûn ku di 28‘ê Gulanê de di navbera çeteyên Ehrar El Şerqiya û Ehrar El Şam a li navçeya Cindirêsê ya Efrînê de şer derket, di şer de sivîlê bi navê Silêman Tobal ê ji Efrînê hate kuştin û 3 sivîl jî birîndar bûn.  Piştî endamê Ehrar El Şerqiyê Ebu Seqîr Tebqa ji aliyê çeteyên Ehrar El Şam ve hate girtin, çeteyên Ehrar El Şeqiyê li navenda navçeya Cindirêsê êrîşî nuqteya girêdayî ya çeteyên Ehrar El Şam kir û şer dinavbera herdu komên çeteyan de derket.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ji destpêka dagirkirina Efrînê ve 2 hezar û 700 sivîl hatin revandin, ji wan hezar û 600 kes li beramberî fidyeyê hatin berdan û heta niha agahî li ser hezar û 100 kesî ne diyar e.

Topbarana jîngehan

Di vê mehê jî hema bêje rojane leşkerên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê jîngehên sivîl û koçberan ên li gundên navçeya Şera, Şêrawa û kantona Şehbayê topbaran dikirin.Ji ber topbaranê hejmarek sivîl birîndar bûn û ziyanê gihiştin mal û mikên wan.

Dizî  û talankirin

Çeteyên koma bi navê Koma Emşat a girêdayî artêşa Tirk a dagirker di 29‘ê vê mehê de girtin ser kargeha guvaştina zeytûnan a zarokên welatiyê Heyder Umer Çawîş ê ji gundê Kanê yê navçeya Şiyê û qasî 500 tenekeyên zeytê yên şêniyan dizîn, her wiha 50 tenekeyên zeytê yê Xelîl ê ji gundê Xelîl ê navçeya Şiyê jî talan kirin.

Lêkirina dîwarê parçekirinê û şewitandina zeviyên çandiniyê

Leşkerên artêşa dagirker lêkirina dîwarê parçekirinê li kantona Efrînê didomîne. Di vê çarçoveyê de li gundên navçeya Şêrawayê bi dehan malên sivîlan rûxandin.

Bi destpêkirina mewsimê çinînê jî leşkerên artêşa dagirker a Tirk bax û baxçeyên sivîlan dan ber agir, heta niha zêdeyî 11 hektar zeviyên çandiniyê li herêma Efrînê hatin şewitandin.

Di hefteya derbasbûyî de jî leşker û çeteyên dagirkeriyê zeviyên çandiniyê yên navçeya Şêrawa û Cindirêsê şewitandin û hejmarek mezin dar birîn. Binpêkirinên bi wî awayî li çiyayê Sarsîn, xirebe Simaq, Goriyê, Kemreş, Sorikê û Cerqa yên Racoyê dûbare dibin, dîsan jî ji nîvê daristanên çiyayê Hawar  deverên (Bafran, Keleha Hawar û Rîşa Esiyê), çiyayê Rota (Çiyayê Geliya Cehneme), Remedana û Kurd ên navçeya Mabata, daristanên gundê Tetra, Hec Hesna, Qaziqlî, Şêx Mihemed û Çolaqa yên navçeya Cindirêsê û daristana girava gola Meydankê hatin birîn û şewitandin.

Çavkaniyên li Efrînê diyar kirin ku derxistina zevî û komeran ber bi bazarên Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablus û Idlibê zêde bû û destnîşan kirin ku bi erzanî têne firotin ku her tonek 15 hezar l.s dike.

Di 29‘ê Gulanê çeteyên artêşa Tirk a dagirker zêdeyî 3 hezar hektar ji zeviyên gundên Soxankê, Basilê, Kurzêlê, Kîmar û Dêr Mişmiş ên navçeya Şêrawayê şewitandin.

Guhertina demografiyaya herêmê

Polîtîkeyên guhertina demografyaya kantona Efrînê jî berdewam dike. Li ser vê yekê pêlek mezin a koçberiya şêniyên Idlibê ber bi Efrînê bi cih bû.

Dîroka 29‘ê Gulanê hêzên dagirker şêniyên gundên Kokana Jorîn û Kokana Jêrîn bi darê zorê ji gundên wan derdixistin. Çeteyan, kesên ku qebûl nedikirin gund terik bikin bê serûber gule direşandin. Di gulebaranê de 10 kes di nav de jin û zarok hebûn birîndar bû. Ji kesên ku bi giranî birîndar bûne Nezîr, Elîf û Mihemed hatin naskirin, ji ber çeteyan gund dorpêçkiribûn û gefa kuştina li gundiyan dixwar nave birîndarên din nehatin naskirin.

Dîsa jî navê mizgeftekê veguherandin "Çiqla Zeytûnê".

Sûcên dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê li gel bêdengiya navdewletî berdewam e.

ANHA


Mijarên Din