’Li Efrîna dagirkirî li hemberî jinan sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin’

Çalakvana hiqûqnas Roşîn Mistefa got: “Sûcên li dijî jinên di girtîgehên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê de pêk tên, derqanûnî ne. Dewleta Tirk berpirsê wan sûcan e. Em bang li rêxistinên civaka naveteweyî û saziyên jinan dikin ku destwerdana rewşê bikin.”

Malbatên efrînî, yên ku di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de girtî bûn û sûc li dijî wan pêk hatibûn, di vê dema dawîn de ji Efrîna dagirkirî derketin û gihaştin kantona Şehbayê.

Di hevpyevîna bi malbatekê re, malbatê sûcên çeteyan ên li dijî jin, zarok û mêran vegotin. Her wiha malbatê îşaret pê kir ku rewşa jinên di girtîgehan de pir xirab e û her cure îşkence lê tê kirin. Malbatên diyar kir ku kehrebeyê didin bedena wan, bi xortumên avê li wan dixin, heqaretan lê dikin û sûcên derexlaqî pêk tînin. Piştî van hemû sûcan bi fîdyayan derdikevin.

Çalakvana hiqûqî ya li kantona Şehbayê Roşîn Mistefa derbarê sûcên li Efrînê pêk tên axivî. Roşîn Mistefa rola jina Kurd a ku bi rêya şoreşa Rojava xwe ava kiriye, her wiha xwe ji zihniyeta mêrdestiyê rizgar kiriye, çek hilgirtiye û şerê wan ê rêxistina DAIŞ’ê, bi bîr xist.

Roşîn Mistefa têkildarî sûcên li dijî jinan pêk tên wiha got: "Tevahî sûcê dewleta Tirk a dagirker û komên wê li dijî jinên Efrînê pêk tînin, bi sedema tolhildana DAIŞ’ê ye. Di vê dema dawîn de çend malbat ji girtîgehên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê revîn û berê xwe dan Şehbayê. Her wiha wan malbatan li ser çawaniya danûstandina çeteyan bi wan re axivîn. Mêrên çete lêpirsîna jinan dimeşînin. Her wiha li gorî agahiyên hatine belgekirin, di girtîgehên çeteyan de 25 jin û 24 zarok hene."

Roşîn Mistefa ji aliyê hiqûqî ve bal kişand ser ku dewleta Tirk a dagirker û komên wê û wiha got: "Çete tevahî qanûnên navneteweyî bin pê dikin. Îşkenceyê dikin. Ev tevahî sûc bi delîl û şahid in û divê bên cezakirin. Berpirsê van sûcan dewleta Tirk e.”

Li gorî peyman û qanûnên navneteweyî, ev sûcên ku dewleta Tirk bi rêya komên xwe pêk tîne, binpêkirina peyman, qanûnên navneteweyî û danezana gerdûnî ya mafê mirovan e. Her wiha di peymana Lahy a 1907’an, peymanên Cinêvê 1929 û 1949’an de heye ku her dewleteke dagirker divê dan û standineke baş bi dîlgirtiyên şer re pêk bîne. Lê ev şêniyên efrînî ne dîlgirtiyên şer in, sivîl in û divê bi vî rêbaza derexlaqî dan û standin bi wan re nebe. Ji lew re divê rêxistin destwerdanê bikin û van sûcan rawestînin.”

‘BI RÊBAZÊN ŞANTAJ Û GEFAN BI GIRTIYAN RE DIDIN Û DISTÎNIN’

Roşîn Mistefa wiha gotinên xwe berdewam kir: "Çete, ne tenê îşkenceyê dikin, heman demê de rêbazên şantaj û gefan jî li dijî girtiyan bi kar tînin. Her wiha gelek malbat di van rêbazan re derbas bûn. Jê jî şêniya ku bi zaroka wê ya biçûk gef lê hatiye xwarin û serpêhatiya ciwanê bi navê (F X) yê bi revandina xweşka wî gef lê xwarine. Di aliyê qanûnî de ev dijberî exlaq e."

Di dawiyê de çalakvana hiqûqî Roşîn Mistefa bang li rêxistinên navneteweyî, tevahî rêxistinên jinan û civaka navneteweyî kir ku bi lez destwerdanê bikin û van sûcan rawestînin û got: “Komên çekdar û dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê derxin, şênî vegerin. Her wiha kesên sûcdar bi lez ceza û lêpirsîn bikin.”

(fr)

ANHA


Mijarên Din