ꞌSûcên li dijî êzidiyên Efrînê berdewama sûcên DAIŞ`ê yên li Şengalê ne'

Siyaset heman e û armanca tekane qirkirin e. Osmanî, çeteyên DAIŞ û li dû wan çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî kurdên Êzidî yên li Bakurê Kurdistanê, Şengal û Efrînê sûcên qirkirin û rûxandina mezaran meşandin û hîna jî van sûcan didomin.

Kurdên Êzidî li dirêjehiya erdîngariya Kurdistanê belav dibin. Bi saya wan dîrok û çanda gelê Kurd parastî maye. Ji ber vê bûn hedefa yekem a dijminê gelê Kurd.

74 ferman li dijî civaka Êzidî hate meşandin. Fermana dawî di Tebaxa 2014'an de bi destê çeteyên DAIŞ'ê li dijî Şengalê bû.

Beriya êrişên dagirkerinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê, êzidî bi pêkhateyên din re li 22 gundên kantonê bi cih dibûn. Navên gundan ev in: " Îska, Şadirê, Xezewiyê, Birc Abdulla, Eyn Dara, Tirindê, Qîbar, Kîmar, Basûfan, Baiye, Qitmê, Sînka, Baflûn, Qastel Cindo, Elî Qîna, Feqîra, Qijuma, Qîlê, Aşka rojhilat, Ceqela, Keferzît, navende navçeya Cindirêsê". Hejmara êzidiyan derdora 25 hezar kes bûn.

19 mezar û pîrozgehên êzidiyan li kantona Efrînê hene; Bairsa Xatûn, Şêx Hemîd, Şêx Xerîb, Cîl Xanê, Melek Adî, Şêx Cinêd, Şêx Berkat, Şêx Elî, Şêx  Rikab, Şerefedîn, Bîla Menan, Pîr Cafîr, Birc Cindî, Ziyareta Hecera, Şêx Abdulqadir, Şêx Keras, Ziyareta Ebû Keiba û Şêx Qesab.

ÊZIDÎ DI DEMA REJÎMA BAAS'Ê DE

Di dema rejîma Baas'ê de êzidî bi siyaseta înkar, asîmîlekirin û paşguhkirinê re rû bi rû bûn û li aliyê din zehmetiya aborî, civakî, çandî û ewlehî dikişandin.

Her wiha bi tewanên cûda mîna terorê, xeteriyê li ser ewlehiya netewî ya Sûriyê çêdikin, hewl didin xaka Sûriyê qut bikin, dihatin girtin û cezayên ne qanûnî li ser wan dihat ferzkirin. Rejîmê nedihişt ku Êzidî bi zimanê xwe yê Kurdî biaxivin anî pîrozbaniyên xwe yên olî pêk bînin. Her wiha stranên kurdî qedexe kirbûn û kesên li dijî biryarên rejîmê tevdigerin dihatin cezakirin.

Hikumeta dewleta Sûriye êzidî neçar kir ku di sicilên medenî de xwe li ser ola misilmantiyê qeyd bikin û nasnameya misilmanan dida wan. Kesên ev yek red dikir, ji hemû mafên hemwelatîbûnê bê par dima.

RÊVEBERIYA XWESER MAFÊN  WAN PARAST

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê berî her tiştî îtîraf bi ola êzdatiyê kir. Li gorî hevpeymana civakî ya sîstema Rêveberiya Xweser a madeya 33`yan, kesên êzidî mafên xwe yên qanûnî bi dest bixînin û di nava rêveberiyê de gelek erk wergirtin.

Li ser vî esasî êzidiyan komeleyên xwe yên çandî û civakî vekirin, li gundên xwe dibistan vekirin ku li gorî ol û adetên xwe zarok perwerde dikin.

Rêveberiya Xweser rojên boneyên êzidiyan kirin betlaneyên fermî di saziyên xwe de. Hişt ku Êzidî boneyên xwe mîna cejna Çarşema Sor pîroz bikin.

PIŞTÎ DAGIRKIRINA EFRÎNÊ RÊZESÛC

Piştî artêşa Tirk û çeteyên wê 18`ê Adara 2018`an Efrîn dagir kir. Bi dagirkirinê re mîna pêkhateyên din, rewşa êzidiyan vegeriya wekî dema rejîma Baas'ê û xerabtir jî. Ji rojên destpêkê de li dijî êzidiyan rêzesûc pêk anîn û heta roja îro berdewam e. Li hemberî vê yekê civaka navneteweyî bê deng e.

Artêşa Tirk gelek mezarên olî rûxandin, êzidî revandin û qetil kirin. Hîn jî çarenûsa gelek kesan ne diyar e.

Çete hewl didin bi hemû rêbazan êzidiyan bikin misilman û dema vê yekê red dikin, zextê li wan dikin û wan neçar dikin ku bibin misilman.

Welatiyê bi navê Umer Şemo Memo (66) ji gundê Qîbarê yê bajarê Efrînê ye dema red kir ku bibe misilman û eşheda xwe bîne çeteyan gule lê reşand û ew qetilkirin.

Ji destpêka dagirkirina Efrînê û heta niha 12 êzidî ji ber parastina ola xwe hatine qetilkirin, her wiha derdora 50 jinên êzidî jî hatine revandin.

Dagirekran li kêleka sûcên mirovî, mezarên êzidiyan "Şêx Xerîb, Qerecirnê, Melek Adê, Barsê Xatûn, Şêx Hemîd, Şêx Cinêd, Ebdulrehman û Henan, navenda Yekitiya Êzidiyan a Çand û Civakî, peykerê Pêxember Zerdeşt, Qubeya Laleş a li navenda Yekitiya Êzidiyan hatin rûxandin.

MEZINTIRÎN MEZARA ÊZIDIYAN HATE DESTESERKIRIN

Çeteyan mezintirîn goristana êzidiyan a li Sûriyê ya li çiyayê Şêx Berkêt ku li raserî bajarokê Dara Iza ye desteser kir û dewleta Tirk ji xwe re kir nuqteya çavdêriyê, sembolên êzdatiyê rakirin û yên îslamiyetê danîn.

Li gorî çavkaniyên ji hûndirê Efrînê, niha tenê derdora 3 hezar êzidî li kantona Efrînê dijîn û li dijî wan hemû cureyên zext tên meşandin.

SÛCÊN LI EFRÎNÊ BERDEWAMA SÛCÊN DAIŞ`Ê YÊN LI ŞENGALÊ NE

Hevseroka Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Sûad Hiso derbarê salvegera fermana 74'an a 3'yê Tebaxê ya li ser Şengalê got, kiryarên li dijî êzidiyên li kantona Efrînê berdewamiya sûcên çeteyên DAIŞ`ê yên li Şengalê ye. Her wiha destnîşan kir civaka navnetewî li hemberî van sûcan bêdeng e.

Sûad Hiso bi bîr xist ku, çeteyên DAIŞ`ê bi armanca qirkirina gelê Kurd, êrişî Şengalê kir, jin û zarok revandin û qetil kirin. Sûad got, çeteyên DAIŞ'ê di qirkirina gelê Kurd de bi bin ket.

(eh)

ANHA


Mijarên Din