Sûcên li Efrînê didomin: Herî kêm 7 kes hatin revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeyên Efrînê bi kêmanî 7 kes revandin û darên bi temen birîn.

Çavkaniyekî ji navçeya Mabata ya Efrînê ji ajansa me re diyar kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi dehan darên ku temên wan dighêje 60 salî birîn û derbasî Tirkiyê kirin da ku bifroşin.

Çavkaniyekî din jî ji heman navçeyê got, çeteyan îro bi kêmanî 4 ciwan ji gundên navçeyê revandin. Li gorî çavkaniyî kesên hatine revandin " Mihemed Fethî Cundî, Cafer Fethî Cundî, Mihemed Ehmed Mustefa ji gundê Mîrkanê û Şiyar Fadil Xelîl ji gundê Birîmcê yê navçeya Mabata".

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî din ji navçeya Şerayê dane, çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji gundê Mieskerê yê Şerayê 3 ciwan revandin. Kesên hatine revandin ev in" Mustefa Nûrî Xelîl, Ehmed Mustefa Xelîl û Mustefa Enwer Xelîl".

Çavkaniyan diyar kirin ku aqûbeta kesên hatine revandin heta niha ne diyar e.

ANHA


Mijarên Din