Sûdan: Di encama jihevxistina xwepêşendanê de 87 kes hatin kuştin

Serokê komîteya lêpirsînê ya Sûdanê Fetih El-Rehman Seîd got di 3`yê Hezîranê di encama jihevxistina xwepêşendanan de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve l 87 kes hatin kuştin û 168 kes jî birîndar bûn.

Serokê komîteya lêpirsînê ya Sûdanê Fetih Ebdulrehman Seîd got di encamên jihevxistina xwepêşandan de ya bi guleyan 17 kes mirine û 48 kes birîndar bûne.

Seîd wiha domand: "Endamên hêzên ewlehiyê gule li xwepêşendanan berandine û 3 efser biryara derbasbûna hêzan ji qada xwepêşendanê re binpê kirine." Her wiha bi bîr xist ku biryarek ji bo celdkirina xwepêşendanan jî derketibû.

Deklarasyona Guhertin û Azadî ya Sûdanê îro reşpelika reşnivîsa destûrî ku wê bi Meclisa Leşkerî ya Demkî re nîqaş bike, belav kir. Belge ji pêvajoya demkî, maf, desthilata meclisa serwer û serokwezîr pêk tê.

(şx)


Mijarên Din