Sûdanê hevpeymana belgeya destûrî ragihand

Nûnerê Yekitiya Afrîkayê yê Sûdanê Mihemed Hesen Libad ragihand ku şandeyên Sûdanê li ser belgeya destûrî li hev kiriye. Li gorî hevpemanê, saziyên îstixbarata Sûdanê dê di bin serpereştiya Meclisa Serwer û Meclisa Wezîran de bin.

Nûnerê Yekitiya Afrîkayê yê Sûdanê Mihemed Hesen Libad di saetên sibê de bi civîneke çapemeniyê ragihand ku Meclisa Leşkerî ya Demkî û opozîsyona Sûdanê der barê belgeya destûrî de li hev kiriye. Belgeya destûrî wek destpêka avakirina hikumeta demkî tê qebûlkirin.

Kanala fermî ya welêt ragihand ku Libad di civîna çapemeniyê de got: "Ez ji raya giştî ya Sûdanê, navdewletî û Afrîkayê re radigihînim ku şandeyan der barê belgeya destûrî de li hev kiriye." Her wiha destnîşan kir ku civînên rêxistinî ji bo mohrkirina hevpeymanê hêj berdewam in. Civîna çapemeniyê li Hola Sedaqa ya Xertûmê bi rê ve çû.

Reutersê jî ragihand ku belgeya destûrî diyar kir ku saziyên îstixbarata Sûdanê dê di bin serpereştiya Meclisa Serwer û Meclisa Wezîran de bin.

Hevpeymana belgeya Meclisa Leşkerî û Deklarasyona Hêzên Veguhartin û Azadiyê dê di 17`ê Tebaxê de "Ragihandina Siyasî" çêkin da ku Meclisa Leşkerî ya sivîl a hevbeş were temamkirin. Tê zanîn ku ev yek ji bangên sereke yên çalakgeran e û armanc jê 39 mehan welêt bi rê ve bibe.

Piştî ragihandina hevpeymana belgeya destûrî, Skynewsê ragihad ku bi sedan sûdanî li Xertûmê daketin qadan û kêfxweşiya xwe der barê vê yekê de anî ziman. Tê payîn ku piştî hilweşandina rejîma berê, di dîroka welêt de ev rûpeleke nû ye.

(eh)


Mijarên Din