Sûdan: Komînîstan hevalbendên xwe bi veşartina detayên diyalogê tawanbar kirin

Partiya Komînîst a Sûdanê hevalbendên xwe yên di Deklarasyona Azadî û Guhartinê de bi veşartinê detayên diyaloga bi Meclisa Demkî ya Leşkerî re tawanbar kirin. Li aliyekî dîtir jî li welêt bendewariya ji bo erêkirin û îmzeya li ser belgeya duyemîn a ragihandina destûrê didome.

Partiya Komînîst a Sûdanê daxuyaniyek bi sernavê "Nediyarkirina dijwar" da û got nediyarbûna der barê diyalogên di navbera Deklarasyona Azadî û Guhartinê û Meclisa Leşkerî de veşartineke giştî ya ji gel e ku ji mafê xwe ye bê ka dan û standinê çawa derbas dibin, bizane.

Bi rasthatina tevgera siyasî re kombûna pîşesazan ji bo derketina meşê bi navê "Destpêkê Wekhevî" li tevahî Sûdanê ji bo şehîdên di bûyera gurkirina protestoyê de ya li pêş navenda artêşê, bang kir.

Ev pêşdeçûn jî piştî ragihandina navbeynkarê Afrîkayê yê Sûdanê Mihemed El-Hesen Lebat hat ku her du aliyan li ser ragihandina siyasî ya girêdayî mekanîzmaya desthilat û astên wê li hev kir. Li rexê jî hê nîqaş der barê ragihandina destûrê û diyarkirina rêveçûna wê de didomin.

Di vê çarçoveyê de navbeynkarê Afrîkayê got li ser civîna ku dê şemiyê li dar bikeve da ku belgeya duyemîn a ragihandina destûrê erê bikin, hat erêkirin.

Li aliyekî din jî navbeynkarê Etiyopyayê tekez kir ku diyalog dê roja şemiyê di navbera her du aliyan de ku forma ragihandina destûrê temam bikin, bidome.

(fr)


Mijarên Din