Sûdan… kuştina yekemîn xwepêşandêrê Milyoniya 30`ê Tîrmehê

Komîteya bijîşkan ya navendî ya Sûdanê îro ragihand ku di Milyoniya 30`ê Tîrmehê de ku hêzên azadî û guhertinê li daxistine, yekemîn xwepêşandêr hat kuştin.

Komîteyê got kesê ku hatiye kuştin 20 salî ye û bi guleya ku ji sinê xwe xwariye hat kuştin. Xwepêşandêr li bajarê Atîra hatiye kuştin. Ji wî bajarî çirûska xwepêşendanan di Kanûna borî de destpê kiribû. Xwepêşandêran bi rêya daxuyaniyekê  bang li welatiyan kir ku berê xwe bidin qesra serokatiyê da ku yekser desthilatdariyê radestî sivîlan bikin.

Kombûna pîşeyên Sûdanê di demek berê de ragihand ku di xwepêşendanên Xertûm û eyaletên din de gelek birîndar çêbûn û gelek kes hatin girtin.

Li gorî kombûna pîşeyan polîsên Sûdanê li dijî xwepêşendanan gule û gaza rondikrêj bi kar anîn.

Hindek çalakvan dîmenên xwepêşendanên Sûdanê ku alên Sûdanê hildane xuya dikin belav kirin.

Li ser wê hêzên desteka bi lez bi hejmarên zêde di erebeyên tatşir ku bi reşan hatine amadekirin di nav gelek herêmên Xertûmê de belav bûn, li gel girtina gelek dikanan.

Cîgirê serokê meclisa leşkerî Mihemed Hemdan Diqlo îdiayên girêdayî kuştina hêzên ewlehiyê xwepêşenderan derewand.

Diqlo li hember girseyek gelêrî li Xertûmê got: Em ê bilivin û mudexele bikin. Erka me parastina şêniyan û şoreşa aştiyane ye lê ne kesên xirabker.

Ji aliyê xwe ve Hemdîtî tekez kir ku meclisa leşkerî hewl dide bighêje lihevkirinek acil û giştî bi hêzên azadî û guhertinê re.

 


Mijarên Din