Sedan kesî cenazeyê Farûq spartin axê

Cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Farûq Semo ku di encama qezayeke trafîkê de şehîd bibû bi merasîmeke girseyê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê hate veşartin.

Bi sedan welatiyên ji herêmên kantona Hesekê ji bo oxirkirina cenazeyê endamên Hêzên Asayîşê Farûq Semo ê ku di encama qezayeke trafîkê de şehîd bibû li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Serêkaniyê kom bûn. Piştî cenaze wergirtin bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê navçeya Dirbêsiyê ve bi rê ketin.

Li goristanê, merasîma leşkerî ji aliyê endamên Hêzên Asayîşê ve pêk hat. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê meclisê Beyar Emîn, Hevserokê Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat û Sekretêrê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa axivî.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û hate gotin ku bi keda şehîdan planên dijmin têk çûn.

Her wiha bang li gelê Kurd hate kirin ku yekîtiya xwe ava bikin.

 Kesên axivîn soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştre, nasnameyê şehîd ji aliyê mamosteyê zimanê Kurd Elî Ferhan ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Ji aliyê xwe ve bi navê malbata şehîd axaftin hate kirin, gotin ew bi şehadeta kurê xwe serbilind in û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Welatiyan cenazeyê şehîd Farûq Semo di nav dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re li Goristana Şehîd Rustem Cûdî veşartin.

ANHA


Mijarên Din